Komîteya Perwerdeyê ya MSD`ê yekem civîna xwe lidar xist

Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Sûriyê Demokatîk (MSD) yekemîn civîna xwe bi amadebûna hevserokên komîteyên perwerdeyê yên Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê lidar xist.

Komîteya Perwerdeyê ya MSD`ê yekem civîna xwe lidar xist
25 adar, 2018   12:47

GIRÊ SPÎ – Civîn li navenda MSD`ê ya Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Girê Spî hate lidarxistin.

Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, yek ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê ya MSD`ê Nesrîn Doko axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Paşê, komîteyên perwerdeyê yên Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrazorê rapora xebatên xwe yên mehane xwendin û paşê nîqaş li ser hate kirin.

Rayedarên komîteyên perwerdeyê yên Reqa û Dêrazorê dane zanîn ku xebatên birêxistinkirina dibistanan dewam dikin.

Di dawiya civînê de, biryar hate girtin ku di betlaneya havînê de, wê mamosteyên herêmên navborî li ser metiryalên  nû werin perwerdekirin.

(hh)

ANHA