Zozan Elûş: Divê rêxistinên navdewletî alîkariya gelê Efrînê bikin

Hevseroka Buroya Rêxistinên Karûbarê Mirovî ya MSD'ê Zozan Elûş bang li rêxistinan navnetewî kir ku erka xwe beranberî welatiyên Efrînê yên ku ji ber kiryarên artêşa Tikr a dagirker û çeteyên wê warên xwe terik kirine, bi cih bîne.

Zozan Elûş: Divê rêxistinên navdewletî alîkariya gelê Efrînê bikin
25 adar, 2018   07:12

TIRKÎ EL-KALIT

GIRÊ SPÎ – Hevseroka Buroya Rêxistinên Karûbarê Mirovî ya MSD'ê Zozan Elûş derabrê rewşa sivîlên Efrînê yên ku ji ber kiriyarên artêşa Tirk û çeteyên wê neçar man warê xwe terik bikin ji ajansa me re axivî.

Zozan Elûş, bal kişand ku şêniyên Efrînê di metirsîna ku dewleta Tirk guhertina demografî li herêmê pêk bîn de ne.

Hevseroka Buroya Rêxistinên Karûbarê Mirovî ya MSD'ê Zozan Elûş, her wiha da zanîn ku rêxistinên ku alîkariyê didin şêniyên Efrînê pir kêm in û wiha dom kir: "Divê NY, Xaça Sor, Rêxistinên Tenduristî û Komseriya Karûbarên Koçberan a Navdewletî tenê wê karibin alîkariya vê hejmara zêde ya şêniyên Efrînê bike. Lewma banga me ji van rêxistinan re ku erka xwe beranberî welatiyên Efrînê yên ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve rastî êrîşa tunekirinê hatinê, bikin. Divê erka xwe ya mirovî beranberî sivîlên Efrînê bi cih bîn in."

(dc)

ANHA