Ji bo parastina sivîlan bajarê Efrînê hate valakirin

Berxwedana Serdemê bi dawî nebûye, şervanên YPG, YPJ û QSD'ê hîn li hemû noqteyên Efrînê hene. Biryara derxistina sivîlan jî bi armanca parastina welatiyan û rê girtina li ber pêkanîna komkujiyan hate girtin.

Ji bo parastina sivîlan bajarê Efrînê hate valakirin
25 adar, 2018   06:24

HOGIR NECAR-AZAD SEFO

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk û çeteyên wê ji 20'ê çile ve li dijî kantona Efrînê êrîşên hovane pêk têne. Dewleta Tirk di êrîşa xwe ya ku di serî de gelê sivîl hedef digirt de hemû cûreyên çekên NATO bikar tanî. Bi çekên NATO gund, navçe û bajarên Efrînê hatin topbaran û bombebaran kirin. Dewleta Tirk çekên NATO da komên çete yên girêdayî El-Qaîda ku di êrîşî de cih girtin. Bi wan çekan gelek komkujî pêk hat û hemû qanûnên navdewletî yên derbarê parstina sivîlan, cihên pîroz û cihê dîrokî ji aliyê dewleta Tirk ve hate binpêkirin. Bi taybet jî dewleta Tirk çekên NATO da komên çete yên girêdayî El-Qaîda. Hêjaya bibîrxistinê ye ku komên çete yên dewleta Tirk çek dan wan di lsteya terorê ya navdewletî de ne.

NATO bi çekên xwe di êrîşa li ser Efrînê de cih girt

Êrîşa li ser Efrînê di encama itîfaqa di navbera dewleta Tirk û Rûsiya de pêk hat. Rûsiya ku rê da dewleta Tirk ku bi balafiran Efrînê bombebaran bike, bi vê yekê şirîkê êrîşa li ser sivîlên Efrînê ye. Rûsiya careke din jib o berjewendiyên xwe cihê xwe di tunekirina gelê Sûriyê de girt.

Di dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi hemû cûryên çekên giran ên NATO rastî êrîşa tunekirinê tê, di serî de Koalîsyona Navdewletî, Yekîtiya Ewropa, NY û Konseya Ewlekariyê bê den in û heta niha tu helwest derbarê êrîşa tunekirina gelê Efrînê de nîşan nedane. Ji ber hêzên navborî erka xwe pêk ne anîn, bi sedan welatiyên Efrînê di encama bombebaran û topbarana dewleta Tirk de hatin kuştin û bi hezaran birîndar bûn. Bi sedhezaran welatiyên Efrînê koçber bûn, binesziya herêmê hate ruxandin.

Civaka navdewletî derbarê komkujiyan hîn jî bê denge

Dewlet Tirk ku ji destpêka aloziya Sûriyê bi hemû rêbazan alîkariya çeteyên DAIŞ û Nusra dike, niha dîmbografiya herêma Efrînê dide guhertin û hêzên kafir û malbatên wan li Efîrnê bi ci dihe. Lê heta niha civaka navdewletî beranberî vê yekê bê deng e. Piştî dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Efrînê dagirkirin, talankarî û diziya leşkerên Tirk û çeteyên wê ya li ber çavên hemû diniyayê diyar bû.

Dewleta Tirk dîmografiya Efrînê dide guhertin

Saziyên çapemeniyê yên Tirkiyê û yên girêdayî çeteyên wê eşkere diyar kirin ku Artêşa Tirk di tobaran û bombebarana gelê Efrînê de hemû cûreyên çekên giran bikar anîn. Ev yek jî bû sedema ku bi sedan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest bidin. Çekên behsa mijar ji tang, balafir, fûza, top û panzerên cûr becûr pêk dihatin.

Ji destpêka êrîşa li ser Efrînê û heta niha herî kêm 500 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin, zarok û kalepîr in jiyana xwe ji dest dane. Her wiha zêdeyî hezar û 30 sivîlan jî birînda bûne.Di nava qurbaniyan de gelek welatiyên Sûriyê yên ji gelek deverên Sûriyê koçber bibûn û li Efrînê bi cih bibûn, jî hebûn.

Hemû welatiyên Efrînê bûne qurbaniya çekên NATO yê. Tevî ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlên Efrînê komkujî pêk tanîn jî gelê Efrînê û şervanên QSD'ê li Efrînê berxwedanek bê hempa nîşan da. Lê ji ber ku êrîş gelekî dijwar bûn û Artêşa Tirk hemû cûreyên çekan li dijî sivlan bikar anîn, welatî neçar man ku koçber bibin û herêmên xwe terik bikin.

Di 26'ê çileya 2018'an de Artêaş Tirk li gundê Cilibirê komkujî pêk anîn, di encamê de 10 wlatiyên sivîl şehîd bûn û 12 sivîlên din birîndar bûn.

Di 21'ê çile ya 2018'an de jî Artêşa Tirk li navçeya Mabata komkujî pêk anîn, di encamê de 6 welatiyên sivîl şehîd bûn, hemû ji heman malbatê ne. Di 28'ê çileya 2018'an de jî Artêşa Tirk li gundê Kolbê komkujî pêk anîn, di encamê de 8 welatiyên sivîl şehîd bûn, 7 birîndar bûn û 10 sivîl jî winda ne. Di heman demê de gelek komkujiyên ku ji ber topbaran û bombebaranê tu kesî nikarîbû belge bikin ku pêk hatin.

Di dema ku gelê Efrînê û şervanên QSD'ê biryara berxwedanê dan de, hemû cîhanê temaşe dikir ku çawa dewleta Tirk komkujiyan pêk tîne. Di encama berxwedanê de dewleta Tirk nikarîbû pêşketinan bidest bixe, Artêşa Tirk ji bo berxwedanê bişkîne, çekên kîmywaî li dijî gelê Efrînê bikar anî. Di encamê de hejmarek welatiyên Efrînê jehrî bûn, rewşa hinan ji wan giran bû. Di encama lêkolîna bijîşkan de diyar bû ku Artêşa Tirk xaza kilorê bikar anîn.

Bikaranîna çekên kîmyawî li gorî qanûna Navdewletî hatiye qedexekirin. Li gorî qanûnê nabe çekên kîmyawî di bin tu şert û mercan de were bikaranîn, an bê deporkirin. Yanî nabe bi tu awayî ev çek werin bikaranîn.

Komîteya Çarmîxa Sor jî destnîşan kiriye ku bikaranîna çekên kîmyawî binpêkirina jiyanê ye. Ev di madeya 6'an a peymana navdewletî ya parstina mafê sivîl û siyasetmedaran de di sala 1966'an de hate destnîşankirin.

Di Cenga Cîhanê ya yekem de Almaniya xaza kolor bikar anî. Di sala 1915'an de bû, wê demê hezar û 500 welatî jehrî bûn û jiyana xwe ji dest dan. Rêjîma Baas jî li dijî bajarê Idlibê xaza kilorê çend caran bikar anî.

Ji bo valakirina Efrînê komkujî pêk anîn

Tevî hemû çekên giran û cûreyên çekên NATO jî şervanên YPG û YPJ'ê 58 rojan li ber xwe dan û hîn jî berxwedana wan bê navber didome. Heta niha 820 şervanên wan şehîd bûne da ku sivîlan biparêzin û êrîşa Artêşa Tirk têk bibin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê diyar kir ku şerê wan a li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê ket qonaxeke nû û dane zanîn ku wê şerê gêrîla li dijî wan bê meşandin û got ku li ser vî esasî biryara derxistina sivîlan ji bajar hate girtin, da ku komkujî li bajar pêk neyên.

Li aliyê din jî Berdevkê YPG'ê yê Efrînê Birûsk Hesekê da zanîn ku hêzên wan li hemû deverên Efrînê hene û da zanîn ku şerê wan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ket qonaxeke nû. Hesekê, destnîşan kir ku piştî wan ewlekariya sivîlan parast da ku komkujiyên  pir mezin pêk neyên.

Ev çekên NATO yên dewleta Tirk û çeteyên wê di êrîşa li ser Efrînê bikar anîn ev in:

Balafirên Nimir 1: Balafirên Tirkiyê ku yekem balafirên Tirkiyê ku ji Bargeha Incerlîl a Leşkerî rabûn û Efrînê bombebaran kirin. Ew balafirên şer nêzî balafirên F-16 yên Artêaş Israîlê bi wan gelê Filistînê bombebaran dike.

-Hartoz an Fûzayên Tîrên Wêrankariyê: Beriya hêzên bejahî yên Arêtaş Tirk berê xwe bidin Efîrnê, ev fûza li dijî gelê sivîl û jêrzemînên wan hatin bikara anîn. Artêşa Tirk bi îdaya ku li dijî şervanan bikar tîn in li cihên sivîlan didan. Ev fûza 12 topan di heman demê li heman cihî dixe û bi awayekî ilkitronîk tê bikaranîn.

Bombeyên lêzer ku ji bo kombûnên leşkerî têne bikaranîn, lê dewlea Tirk wan li dijî sivîên Sûriyê bikar tanîn. Ev cûreyên bombeyan bi sîstema CPS tê bikaranîn. LI gorî wê cihê tê armanckirin tê diyarkirin û tê bombebarankirin. Ev cûreyên çekên wan jî ji cûreya fûzayên MK 82 pêk tên, heta mesafeya 227 kîlometreyan diçe. Cûreyek din jî MK 84 e mesafeya wê jî 930 kîlometre.

Balafira Anka: Balafira bê mirove, li Tirkiyê tê çêkirin, Artêşa Tirk a dagirker cihê tê topbaran kirin diyar dike û ji balafiran re isbat dike, wêneyan dişîne û bi diqet isbat dike. Wiha jî cihê tê bombebaran kirin tê diyarkirin.

Panzerên hatin bikaranîn jî bi cûreyên Kêrbî û Kobran e. Artêaş Tirk wan ji bo veguhestina leşkerên xwe û çeteyan di Efrînê de bikar tîne. Li dijî mayînan û êrîşa b fûzayan hatiye amadekirin. Hêza wê li dijî germayî pir zêdeye.

Psporekî di Wezareta Parastinê ya Elmaniya de  tekez kir ku Artêşa Tirk di êrîşa xwe ya li ser Efîrnê de çekên Elmanî bikar anîn. Ev jî tangên Liyobard 2 Ayh 4.

Tevî dewleta Tirk îdaya dike ku wan di êrîşa li ser Efrînê de çekên li Tirkiyê têne çêkirin, bikar tîne, lê hemû cîhan tangên Elmanî yên di êrîşê de bikar anîn dizan in.

Hemû cîhan jî helîkopterên Kobra ku hêzên deryayî yên Amarîka bikar tanî nas dikin. Dewleta Tirk bi wan sivîlên Efrînê û şevanên YPG/YPJ û QSD'ê bombebaran kir. Hêzên QSD'ê ku li şûna hemû cîhanê şerê DAIŞ'ê kir, îro bi hemû cûryên çekan tê bombebarankirin. Şerê QSD'ê li Dêrizorê hîn jî li dijî DAIŞ'ê didome.

Tu kes nikare înkdar bike ku balafirên şer ên F-16 ku li Amarîka têne çêkirin di êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê de pêk tê têne bikaranîn. Bi van balafiran Herêma Ên Dar û Perezgeha Nebî Hûrî hatin bombebarankirin. Êrîşên wan sûcên li dijî mirovahiyê ye û hemû qanûnên navdewletî binpê dikin.

Piştî ku dewleta Tirk tangên Lîyorbard 2 ên Elmanî li dijî êrîşa li ser Efrînê bikar anîn û gelê sivîl bi wan qetil kir. Dewela Tirk tangên Amarîkî yên bi cûrya M 60 jî anîn herêmê û di qetilkirina sivîlan de bikar anîn.

Bi van hemû çekên ku Artêaş Tirk û bermahiyên DAIŞ û El-Qaîda êrîşa kantona Efrînê dike û heta niha cîhan beranberî van binpêkirinên Artêaş Tirk û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîn in bê deng in. NATO jî beranbarî bikaranîna çekên wan di êrîşa li ser Efrînê hîn tu helwest nîşan ne daye.

(dc)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>