'Erdogan dixwaze çanda gelên Efrînê ji holê rake'

Welatiyên navçeya Zurgan a kantona Hesekê diyar kirin ku Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê veguhertina demgorafî pêk tîne û destnîşan kirin ku Erdogan bi êrîşên xwe dixwaze çanda gelên herêmê û dîroka wan ji kokê rake.

'Erdogan dixwaze çanda gelên Efrînê ji holê rake'
25 adar, 2018   05:14

ŞEVÎN HESEN- SILAVA EBDULREHMAN

HESEKÊ- Şêniyên navçeya Zurgan a herêma Dirbêsiyê ya kantona Hesekê derbarê êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ji ajansa me re axivîn û nerazîbûna xwe ya derheqê komkujiyên ku Erdogan û çeteyên wê li Efrînê pêk tîn in û talankirina mal û milkên welatiyan bi tundî nelet û şermezar kirin.

Welatiyê bi navê Mihemed Xelef yê ji Zurganê derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: "Em gelên Bakruê Sûriyê êrîşa li ser Efrînê û komkujiyên ku Artêşa Tirk û çeteyên wê ji qetilkirina sivîlan û talankirina mal û milkên wan pêk tîn in bi tundî şermezar û nelet dikin. Lê bela dewleta Tirk baş bizane ku gelên Bakurê Sûriêy bi hemû pêkhateyên xwe wê tu carî dest ji xaka xwe ya bi fedekarî û xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, bernedin."

Xelef, di berdewama axaftina xwe de jî wiha got: "Em ê her hebin û em stiriyek di qirika Erdogan û çeteyên wê de bin. Êrîşa Erdogan a li ser Efrînê jî wekî şerê Vêtnam û Cezairêye. Erdogan amadeye wekî Vêtnam bike da ku herêmê dagir bike û xewnên xwe pêk bîn e. Ma gelo wê heta kengî dewleta Tirk wiha mal û milkên me talan bike, zarokên me qetil bike û civaka navdewletî bê deng be."

Welatiyê bi navê Ehmed Ebdela ê ji pêkhateyê ereb jî derbarê mijarê wiha got: "Erdogan bi êrîşa xwe ya li ser Efrînê dixwaze gelên Bakurê Sûriyê berde hev. Di êrîşa xwe de jî tu cûdahiyê naxe navbera zarok, jin û kelepîran de. Hemû kesî hedef digre. Ema bela baş bizane ku wê hemû pîlanên bi hevgirtina gelên Bakurê Sûriyê vala derkevin."

Ebdela di dawiya axaftina xwe de jî bang li civaka navdewletî kir ku jib ê dengiya xwe derkevin û derbarê êrîşa Artêşa Tirk a li ser Efrînê helwesta xwe ya dijî êrîşan nîşan bidin û wiha got: "Divê zextî li dewleta Tirk bikin da ku ji Efrînê vekşe û bihêle xelkên herêmê xaka xwe birêve bibin."

Welatiyê bi navê Heyal Elî ya ermenî derbarê mijarê de wiha axivî: "Erdogan êrîşî hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê dike. Dixwaze çand û dîroka gelan ya li ser vê xaka ji holê rabike."

Heyal Elî civaka navdewletî jî rexne kir û wiha dom kir: "Civaka navdewletî û dewletên cîhanê derbarê êrîşên dewleta Tirk û komkujiyên pêk tîne bê deng in û wiha dom kir: "Li dijî zarokên me komkujiyan pêk tîn in. mal û milkên me talan dikin, ema hemû cîhan beranberî vê yekê bê den in. Dewleta Tirk dixwaze serdema Osamaniyan vegerîne. Berê li dijî me ermeniyan komkujî pêk anîn e.  Lê em gelê ermenî û hemû gelê Bakurê Sûriyê baş armancên Erdogan dizan in, ji ber ku berê komkujiyên wiha li dijî me pêk anîne."

Heyal Elî di dawiya axaftina xwe de jî ji rêxistinên ku navê mafê morivan li xwe dikin pirsyar kir û ev tişt anî ziman: "Kanîn rêxistinên ku îdaya mafê mirovan dikin, li kurin. Van Artêşa Tirk û çeteyên wan li Efrînê komkujiyan pêk tîn in, her wiha mal û milkên sivîlan talan dikin, çima hûn dengê xwe nakin û tu alî beranberî vê yekê tevnager in ."

(dc)

ANHA