Welatiyên Efrînê: Piştî Efrînê paqij bibe em ê vegerin

Welatiyên kantona Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne diyar kirin ku ew ê heta dawî liber xwe bidin da ku Efrîn ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê were paqijkirin.

Welatiyên Efrînê: Piştî Efrînê paqij bibe em ê vegerin
Welatiyên Efrînê: Piştî Efrînê paqij bibe em ê vegerin
Welatiyên Efrînê: Piştî Efrînê paqij bibe em ê vegerin
Welatiyên Efrînê: Piştî Efrînê paqij bibe em ê vegerin
Welatiyên Efrînê: Piştî Efrînê paqij bibe em ê vegerin
Welatiyên Efrînê: Piştî Efrînê paqij bibe em ê vegerin
25 adar, 2018   05:09

SÎMAV XELÎL- HENAN MIHEMD

ŞEHBA- Bi hezaran welatiyên Efrînê ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê malên xwe terik kirin û koçber bûn. Hejmarek mezin a welatiyan li kantona Şehbayê bi cih bûne. Welatiyên Efrînê yên li kantona Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku ew ê di rewşa dagirkeriya Efrînê de venegerin û tekez kirin ku ew li bendene ku şervanên YPG, YPJ û QSD'ê Efrîn ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin da ku vegerin malên xwe.

Jina bi navê Nadiya Ibrehîm a ji pêkhateyên ereb derbarê mijarê de wiha got: "Artêşa Tirk û çeteyên wê malên me bi balafir û topan bombebaran dikirin. Bi awayekî hovane em sivîl dikirin hedef. Ji bo em xwe ji ber kokujiyan biparêzin,em koçber bûn û me her tişt li pey xwe hişt."

Nadiya di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku Artêşa Tirk û çeteyên wê mal û milkên wan talan kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê heta dawî li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê yên talankar, liber xwe bidin. Heta tavahiya Efrîn ji wan were paqijkirin."

Welatiyê bi navê Mihemed Hemo yê ji gundê Qere Tepq jî bibîr xist ku Artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî gelê sivîl ê Efrînê komkujî pêk anîn û hemû mal û milkên wan talan kirin û ev tişt anî ziman: "Em berbanga sibê ji ber bombebarana dijwar ji malên xwe derketin. Da ku em jiyana xwe û zarokên xwe biparêz in em koçber bûn."

Mihemed Hemo di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Dewleta Tirk îda dike ku sivîlên Efrînê li vedigerin warê xwe û wiha got: "Em jî ji Erdogan û çeteyên wî re dibêjin ku em ê heta dawî li ber xwe bidin heta Efrîn xaka zeytûnan ji we rizgar bikin. Heta Efrîn rizgar nebe, em ê veneger in."

(dc)

ANHA