ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25′ê Adara 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25′ê Adara 2018
25 adar, 2018   05:00

*Şopandina pêşketin û geşedanên êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û berxwedana şervanên QSD’yê û gelê Efrînê ya li dijî êrîşan.

*Dê hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê, werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyên kantona Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne diyar kirin ku ew ê heta dawî liber xwe bidin da ku Efrîn ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê were paqijkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyên navçeya Zurgan a kantona Hesekê diyar kirin ku Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê veguhertina demgorafî pêk tîne û destnîşan kirin ku Erdogan bi êrîşên xwe dixwaze çanda gelên herêmê û dîroka wan ji kokê rake. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Dewleta Tirk ava Firatê ku derbasî Sûriyê dibe kêm kiriye. Vê yekê bandoreke neynî li cotkarên herêma Tebqayê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Berxwedana Serdemê bi dawî nebûye, şervanên YPG, YPJ û QSD'ê hîn li hemû noqteyên Efrînê hene. Biryara derxistina sivîlan jî bi armanca parastina welatiyan û rê girtina li ber pêkanîna komkujiyan hate girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PANORAMA

*YPG'ê soza dê Efrîn ji Tirkan re bike goristan da, Ebas siyaseta Xeza dide guehrtin Rojnameyên ereban tekez kirin ku geşedanên li herêmên Efrîn û Xûta Rojhilat ên Sûriyê di encama itîfaqa di navbera Rûsiya û Tirkiyê de pêk hatiye û dane zanîn ku YPG soz da ku dê Efrîn ji Tirkiyê re bike goristan. Rojnameyan her wiha destnîşan kirin ku PKK'ê gaveke bi zenebûn derbarê Şengalê de pêk anîn û rê li ber Tirkiyê girt ku êrîşî xaka Îraqê bike. Di rewşa Filistînê de jî rojnameyan destnîşan kirin ku Serokê Filistînê berê bi ragîhandina Xeza herêmeke serî li dijî wan hildaye ragihîne ve diçe.

ANHA