‘Tî û birçîbûn nabe asteng em ê dengên xwe bighînin civaka navdewletî‘

Çalakiyên girava birçîbûnê ya şêniyên Tebqayê ji bo Efrînê di roja 5‘an de ye. Çalakgeran diyar kirin ku tîbûn û birçîbûn nabe asteng û ew ê dengê xwe bighînin civaka navdewletî.

‘Tî û birçîbûn nabe asteng em ê dengên xwe bighînin civaka navdewletî‘
24 adar, 2018   12:15

TEBQA – Çalakiyên girava birçîbûnê ya şêniyên herêma Tebqayê ya bi armanca piştgiriya bi gelê Efrînê di roja xwe ya 5‘an de dewam dike. Bi dehan şêniyên herêmê berê xwe dane konê girava birçîbûnê ku li pêşiya avahiya Meclîsa Ciwanên Tebqayê hatiye vegirtin û piştgiriya xwe bi Berxwedana Serdemê re anîn ziman.

Ji şandeyên ku îro serdana çalakgeran kirin, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqa, serokeşîrên herêmê, nûnerên Akademiya Meclîsa Jinên Sûriyê, Şaredariya Gel a bajaroka El-Cirniyê û gundewarên wê.

Hevserokê Şaredariya Gel a El-Cirniyê û gundewarên wê Hemed El-Ehmed axivî û got, "Em berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî dagirkeriyê silav dikin û tekez dikin ku em ê piştgiriya xwe ji bo wan dewam bikin."

Hemed El-Ehemd, kiryarên artêşa Erdogan û çeteyên wê yên derheqên sivîlên Efrînê, ji komkujî, wêrankirin û talankirina mal û milkên sivîlan li Efrîn bi tundî şermezar kir.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê Hamid Ebdulferec jî axaftin kir. Ebdulferec got, "Ne tîbûn û ne jî birçîbûn wê bibe asteng. Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin da ku dengê xwe bighînin civaka navdewletî û kiryarên Tirkiyê yên li dijî sivîlên Efrînê teşhîr bikin."

Di çalakiyê de, her wiha kurtefîlmeke li ser çand, dîroka Efrînê û komkujiyên dewleta Tirk derheqê sivîlan hate pêşkêşkirin.

(bb)

ANHA