Sersaxî ji Malbata Delîla Qamişlo re hat xwestin

Şêniyên bajarê Qamişlo ji malbata  Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Delîla Qamişlo re ya ku di 20’ê Adarê de di encama qezayekîêde şehîd bibû xwestin.

Sersaxî ji Malbata Delîla Qamişlo re hat xwestin
Sersaxî ji Malbata Delîla Qamişlo re hat xwestin
Sersaxî ji Malbata Delîla Qamişlo re hat xwestin
Sersaxî ji Malbata Delîla Qamişlo re hat xwestin
Sersaxî ji Malbata Delîla Qamişlo re hat xwestin
Sersaxî ji Malbata Delîla Qamişlo re hat xwestin
23 adar, 2018   14:13

QAMIŞLO- Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên serdana konê sersaxiyê yê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Lîlav Hesen (Delîla Qamişlo) ya ki di 20‘ê Adarê de di encama qezayekê de şehîd bibû, kirin û sersaxî ji malbata wê re xwestin.

Konê sersaxiyê ku ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve li taxa Kornîş hatibû vegirtin.

Di bin konê de merasîm hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Elî Reşo axivî. Elî Reşo sersaxî ji malbata Delîla û hemû beşdaran re xwest û got, "Em di bin konê şeref û namûsê de kom bûne. Her şehadeteke ji bo me cihê serferaziyê ye."

Di berdewama merasîmê de, bi navê meclîsên taxên Xerbî, Kornîş, Hilêliyê û Meclîsa Asûriyan axaftin hatin kirin. Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd Delîla re xwest û soza mezinkirina têkoşînê dan.

Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Çiyager Qamişlo axivî û bal kişand ser girêdan û heskirina Delîla bi rihê hevaltiyê û soza da ku ew ê xeta Delîla heta serkeftinê temam bikin.

Her wiha li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Remziya Mihemed ji axivi û sersaxî ji malbata Şehîd Delîla re xwest û tevlîbûna malbatê ya nava Meclîsa Malbatên Şehîdan pîroz kir. Remziya Mihemed her wiha soza şopandina şehîdan nû kir.

Di merasîmê de, ji Fermandarên YPG‘ê Sîdar Qamişlo, bi xêrhatina beşdaran kirin û got, " Bi rasthatina hefteya qehremanan em tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin û di şexsê şehîd Delîla de bejna xwe li hember tevayî malbatên şehîdan di tewînin û wan bi rêz bi bîr tînin. Em di vê hefteya pîroz de berxwedaniya ku li Efrînê tê meşandin silav dikin. Em hêzên parastina gel in, baweriya me tu dewletan nîne, em di wê baweriyê de ne ku dê serkeftin a gelê me be."

Bavê Şehîd Delîla Dildar Aşitî jî axivî û soza şopandina xeta keça xwe da.

Merasîm bi  ‘Şehîd Namirin, Bijî Serok APO’ bi dawî bû.

(ff/bb)

ANHA