Li Reqayê xwedîderkertina li Efrînê didome

Çalakiyên Ciwanên bajarê Reqayê ji bo piştgirtiya bi gelê Efrînê re di roja 6`an de didome.

Li Reqayê xwedîderkertina li Efrînê didome
Li Reqayê xwedîderkertina li Efrînê didome
Li Reqayê xwedîderkertina li Efrînê didome
Li Reqayê xwedîderkertina li Efrînê didome
23 adar, 2018   13:20

REQA – Ciwanên Reqayê bi armanca piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê ji beriya 6 rojan ve konê çalakiyan vegirtiyê.

Îro bi dehan şêniyên gundên bakur û başûrê Reqayê berê xwe dane konê çalakiyê, û berxwedana Efrînê silav kirin.

Çalakiyên roja 6`an bi rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê Komîteya Jinê li gundewarên Reqayê Ayişe El-Hesen û bi navê Meclîsa Herêmî Elî El-Elî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û komkujiyên derheqê sivîlan pêk tîne hatin şermezarkirin.

Axaftivanan, bang li civaka navewletî kirin ku helwestên xwe li hember êrîşên li ser herêma Efrînê diyar bikin.

Di axaftinan de hate gotin ku gelê Reqayê amade ye bi hemû derfetên xwe  xwedî li gelê Efrînê derkevin.

Piştî axaftinan daxuiyanek bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan ji aliyê endama yekîtiyê Nûr Ebdulhemîd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê li ser herêma Efrînê hate şemezar kirin û hate gotin ku jinên herêma Reqayê amade ne di her qadana de destekê bi gelê Efrînê re bike.

Her wiha hate gotin ku wek ku çawa gelê Kobanê û Reqayê li hember terora çeteyên DAIŞ`ê bi ser ketin wê gelê Efrînê jî li hember kiyar û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser bikevin.

Yekîtiya Ciwanan di daxuyaniya xwe gotin ku bila Erdoganê faşîst baş zanibe ku Efrîn ya gelê xwe ye û li wan vegere.

Nûr Ebdulhemîd destnîşan kir ku şerê ku teroran li dijî Kobanê, paşê jî li dijî Reqayê dabû destpêkirin, wê li Efrînê bi dawî bibe û hate gotin ku" Îradeya gel wê pîlanêna mîtîngeran têk bibe. Jin lê hemberî van pîlanan mertal in. Çalakiyên şehîd Avesta ya li hemberî dagirkeran nîşaneya vê yek e."

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Serdemê, Bijî QSD‘ê û Bijî ciwanên şoreşger" bi dawî bû.

Kesên ku beşdarî çalakiyên bûne, ji bo ku piştgirya xwe bi Efrînê re diyar bikin, îmze kirin.

(bx)

ANHA