Rûsiya piştî ku peymanên xwe bi Tirkiyê bi dawî kir, banga pêkanîna agirbestê dike

Rûsiya, piştî ku peymanên xwe bi Tirkiyê re bi dawîkirin, nuh banga pêkanîna biryara Konseya Ewlekariyê ya 2401 ya agirbestê li Sûriyê dike.

Rûsiya piştî ku peymanên xwe bi Tirkiyê bi dawî kir, banga pêkanîna agirbestê dike
23 adar, 2018   13:22

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku Rûsiya peymana xwe ya bi Tirkiyê re bi dawî kir ku Xûtaya Rojhilat bigire li beramberî ku Tirkiyê Efrîn dagir bike, bi dawî kir, nih banga pêkanîna biryara Konseya Ewlekariya ya 2401 a derbarê agirbesta ji bo 30 rojan li Sûriyê dike.

Hêzên rêjîmê ji 18‘ê Sibatê ve bi hevkariya esamî ji aliyê Rûs ve dest bi êrîşên li ser Xûtaya Rojhilat kir. Di encamê de zêdeyî hezar û 100 sivîl jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî hezar birîndar bûn.

Di dema ku Konseya Ewlekariyê biryara 2401 a agirbestê ji bo 30 rojan li Sûriyê ragihandinbû de, Rûsiya êrîş li dijî Xûtayê pêk di anî, di heman demê de jî dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê dikir. Li vir jî zêdeyî 350 kes hatin kuştin û zêdeyî hezarî ji birîndar bûn, ger wiha zêdeyî 300 sivîl hatin koçberkirin.

Êrîşên Rûsiya li ser Xûtayê û Tirkiyê li ser Efrînê di çarçoveya peymanên di navbera herdu aliyan de pêk hat.

Rûsiya û Tirkiyê piştî peymanên xwe bi dawî krin, Cîgirê Dîrektorê Departmana Çapemenî û enformasyonê yê Wezareta Derve ya Rûsyayê Artyom Kojîn diyar kir ku Mosko bang li hemû aliyan dike ku biryara 2401 a derbarê Sûriyê pêk bîne.

Kojîn di daxuyaniyeke çapemeniyê de got "Ji bo ku biryara navnetewî ya 2401 a bi armanca rawestandina şer û başkirina rewşa mirovî li Sûriyê em di nava xebatê de ne. Em bang li hemû aliyan dikin ku biryarê pêk bînin."

(bb)