Ciwanên herêma El-Kerama hemleya "Em hemû Efrîn in" destpê kir

Yekîtiya Ciwanên Herêma El-Kerama ya girêdayî bajarê Reqayê bi dirûşmeya "Em hemû Efrîn in" hemleya belavkirina wêneyên qurbaniyên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser  Efrînê, dest pê kir.

Ciwanên herêma El-Kerama hemleya "Em hemû Efrîn in" destpê kir
23 adar, 2018   12:39

REQA – Yekîtiya Ciwanên Herêma Tebqa bi armanca diyarkirina kiryar û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê herêma Efrînê û talankirina mal û milkên welatiyan hemelya "Em hemû Efrîn in" destpê kir.

Di hemleyê de wêneyên komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê pêk anîne li ser dîwar û deriyên ketin û derketina bajarên herêma El-Kerama hatin daleqandin.

Her wiha li ser hinek wêneyan nivîsên "Osmanî  dewleta xwe li ser xwîna zarokên Efrînê ava dikin, gul û nifşên pêşerojê têne topbarankirin, ka mafên mirovan, ma ev in ên ku Erdogan ji wan re dibêje terorîst, Erdogan li hember hêviyên jiyanê hemû kiriyarên kuştinê pêk tîne."

Di vê çarçoveyê de Endamê Yekîtiya Ciwanan a Herêma El-Kerama Abdulqadir El-Şiblî wiha axivî "Me hemleya "Em hemû Efrîn in" ji bo ku em kiriyarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere bikin, destpê kir. Kujerê zarok, jin, kalepîran û mal û milkên welatiyan talan dikin. Em êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê û her wiha bêdengiya navdewletî, şermezar dikin."

Di dawiyê de Abdulqadir El-Şiblî bang li her kesî xwedî wijdan kir ku li Efrînê xwedî derkevin û destek bidin gelê Efrînê.

(bx)

ANHA