Cotkar ji ber qutkirina ava çemê Firatê bi fikar in

Şêniyên bajaroka El-Cirniyê ya diyar dikin ku heger dewleta Tirk di qutkirina avê li ser wan dewam bike, zeviyên wan dixe xeteriyê.

Cotkar ji ber qutkirina ava çemê Firatê bi fikar in
23 adar, 2018   12:20

TEBQA – Cotkarên bajaroka El-Cirniyê ya rojavayê herêma Tebqayê çend rojên li pêş dê dest bi berhevkirina kelem "Lehane" bikin. Cotkar dibêjin ku heger dewleta Tirk di qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê dewam bike dê bandorek neyinî li ser zeviyên wan çêbike.

Li deverên bakurê rojavayê herêma Tebqayê yên dirêjahiya hewizê Firatê, gelek cûre zebze û mêwe têne çandin.

Di çend rojên li pêş de, cotkarên herêmê dê dest bi çinîna kelem ku jêdera jiyanê ya gelek şêniyên herêmê bikin.

Di dema ku cotkarên herêmê bi rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ‘ê rihet bûne. Vê carê dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser Sûriyê qût dike. Cotkarên ku zeviyên xwe ji ava çem av didin diyar dikin ku heger qûtbûna avê dewam bike, dê bandoriyek neyinî li ser zeviyên wan çêbike.

Cotkar bi hêvî ne ku saziyên navdewletî zextê li Tirkiyê bike da ku kiryarên xwe rawestîne.

(bb)

ANHA