Gelê Qamişlo Jina Ciwan a Şoreşger bi merasîmeke bi heybet oxir kirin

Bi hezaran gelê Qamişlo cenazeyê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Delîla Qamişlo bi merasîmek heybet li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, oxir kirin.

Gelê Qamişlo Jina Ciwan a Şoreşger bi merasîmeke bi heybet oxir kirin
Gelê Qamişlo Jina Ciwan a Şoreşger bi merasîmeke bi heybet oxir kirin
Gelê Qamişlo Jina Ciwan a Şoreşger bi merasîmeke bi heybet oxir kirin
Gelê Qamişlo Jina Ciwan a Şoreşger bi merasîmeke bi heybet oxir kirin
Gelê Qamişlo Jina Ciwan a Şoreşger bi merasîmeke bi heybet oxir kirin
Gelê Qamişlo Jina Ciwan a Şoreşger bi merasîmeke bi heybet oxir kirin
Gelê Qamişlo Jina Ciwan a Şoreşger bi merasîmeke bi heybet oxir kirin
Gelê Qamişlo Jina Ciwan a Şoreşger bi merasîmeke bi heybet oxir kirin
Gelê Qamişlo Jina Ciwan a Şoreşger bi merasîmeke bi heybet oxir kirin
22 adar, 2018   15:50

QAMIŞLO – Bi hezaran gelê Qamişlo cenazeyê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Delîla Qamişlo bi merasîmek heybet li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, oxir kirin.

Şehîd Lîlav Hesen (Delîla Qamişlo) di 20 Adarê de di encama qezayeke trafîkê de gihîşt asta şehadetê. Girseya gel, hemû meclîsên Kantona Qamişlo û bi tevlîbûna bi sedan ciwanan, di merasîma oxirkirina şehîd Delîla bûn. Piştî ku cenazeyê jina ciwan a şoreşger bi dirûşmeyên ʺŞehîd Namirinʺ ji aliyê jinên ciwan û Ciwanên Şoreşger ve hat hilgirtin, gel ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman axivî, sersaxî ji malbatên şehîd re xwest û wiha got, ʺWeke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye ʹŞehîd rêberên têkoşîna me neʹ. Em soz didin ku em ê bi hemû rêbazan riya şehîdan bişopînin û li hemberî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker daxwazên Şehîdan bi cih bînin.ʺ

ʹEm şopdarên riya Arîn, Avesta, Barîn û Delîla neʹ

Piştre bi navê Rêveberiya  Kongreya Star Edalet Omer ev axaftin kir, “Em di serî de di şexsê jina ciwan û tekoşer de, tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Di dîroka gelê Kurd de em her tim rastî êrîş û komkujiyan hatine, birînên me kûrin û bi van şehadetan erka li ser mile me jinên Kurd hîn girantir bûye. Em ê meşaleya ku Arînan, Avestayan, Barînan û Delîla yan dewrî me kiriye bi serbilindî bigihînin serkeftînê.”

ʹBi temenekî biçûk, bi dilekî mezin ked didaʹ

Li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Hemrîn Qamişlo  sersaxî ji tevahî gelê Kurd re xwest û wiha got, “Şehîd Delîla bi temenek biçûk, lê bi dilekî mezin bi ked û xebata xwe, xwe îsbat kiribû ku dixwaze di rêya Avesta Arîn û Barînan de bimeşe. Ji ber ku Efrîn xwedî maf e û li hemberî dagirkeran li ber xwe dide, em di wê baweriyê de ne ku serkeftin wê para Efrînê be û em ê serkeftinek mezin ji bo tevahî şehîdan bikin diyarî.”

ʹWê Berxwedana Serdemê bi ser bikeveʹ

Li ser navê malbata şehîd bavê şehîd Delîla, Dildar Aşitî wiha got, “Berxwedan ev kombûna weya li vire. Delîla min digot ʹYabo ez dixwazim ku mirinek min hebe bila bi şehadet beʹ. Delîlaya min Lîlava min giha armanca xwe û bi berxwedana xwe bi keda xwe bihara berxwedanê anî. Eger ku em bikaribin li hemberî dagirkerên vê demê berxwedanek mezin bidin meşandin, pêwiste em yek dest bin. Bê guman wê Berxwedana Serdemê bi ser bikeve û wê felsefeya hebûnê ku ji darên zeytûnê şîr vexwarinê wê tolhildana gelê Eftînê hilde.”

bavê şehîd Delîla di dawiya axaftinan xwe de wiha got, ʺBavo ez pir ji helbesta te ya ku Berxwedanê pênase dike hez dikim.”. Bavê şehîd ew helbest ji keça xwe re got. 

Piştî axaftinan cenazeyê jina şoreşger bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” sipartin axê.

Konê sersaxiyê ji bo şehîd Delîla Qamişlo wê li Taxa Kornîş a bajarê Qamişlo were vedan.

(mm)

ANHA