Partiyên Kurdî: Meclîsa Entanbê ne rewa ye  

16 partî û hevbendiyên Siyasî Kurdî ragihandin ku meclîsa ku di civîna Xazî Êntabe de hatiye avakirin ne rewa ye. Her wiha daxwaz ji partiyên ENKSꞌê kirin ku helwesta xwe ji dagirkeriya Tirk zelal bikin.

Partiyên Kurdî: Meclîsa Entanbê ne rewa ye  
22 adar, 2018   16:39

QAMIŞLO – 16 partî û hevbendiyên Siyasî Kurdî ragihandin ku meclîsa ku di civîna Xazî Êntabe de hatiye avakirin ne rewa ye. Her wiha daxwaz ji partiyên ENKSꞌê kirin ku helwesta xwe ji dagirkeriya Tirk zelal bikin.

Piştî ku Dewleta Tirk a dagirker meclîseke birêvebirina karûbarên Efrînê ava kir, partiyên siyasî daxuyaniyek di vê derbartê de da.

Li hola civînan a TEV-DEMꞌê, daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla Hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEMꞌê ya Kantona Cizîrê Ebdulselam Ehmed ve, bi zimanê kurdî jî ji hêla Sekreterê Partiya Çep a Kurdî ya Sûriyê Salih Gedo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker di dîroka 20/1/2018ꞌan de êrîşî Kantona Efrînê kir. Di encama êrîşan de Bajarê Efrînê hate dagirkirin, bizanebûn sivîl hatin kuştin, mal û milkên sivîlan hatin talankirin, binesaziya taybet û giştî hatin xirakirin. Tevî wiha jî civaka navneteweyî li ser rewakujiya bajarê herî biewle li giştî Sûriyê bêdeng ma û Efrîn bi tenê li hemberî teknîka kuştinê ya herî pêşketî hişt. Ji ber ku Dewleta Tirk a dagirker emdameke NATOꞌyê ye, gelê me û hemû azadîxazên cîhanê bi tundî rexnê NATOꞌyê dikin.

Ev qonaxa hestiyar a ku gelê Kurd tê de derbas dibe, yekrêzî û yekîtiya hemû hêz û derfetên Kurdan dixwaze, her wiha pêwîst e nakokiyên partîtî werin rakirin. Ji ber ku Dagirkeriya Tirk ne tenê partiyeke siyasî armanc digire, lê belê giştî hebûna Kurdan ramanc digire. Ji ber ku Îtîlafa Sûrî sîwana siyasî ya komên lêşkerî yên bi navê "Atêşa Azad" e. Divê Encumena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) helwesta xwe li hember dagirkerî û êrîşên DewletaTirk û komên çete yên girêdayî wê yên li ser Efrînê, zelal bike û xwe ji îtîlafê bikişîne. 

Em bang li hemû hêz û parityên siyasî yên Kurdî û Kurdistanî dikin ku bilez Kongreya Neteweyî ya Kurdî, li dar bixin. Ji ber ku di van rewşên hestiyar de ev kongre xwesteka gelê Kurd e. Her wiha em radigihînin ku meclîsa ku di bin serpereştî û çavdêriya MÎTꞌa Tirk de di civîna Xazî Êntabê hatiye avakirin, meclîseke ne rewa ye. Em bang li gelê xwe dikin ku rastiya van kesên ku li ser xwîna gelê me bazaran dikin, eşkere bikin.

Her wiha em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin û êrîşa Dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê rawestînin, dagirkeriya Tirk xwe ji Efrîn û giştî xaka Sûriyê vekişîne, jiyana sivîlan were parastin, koçber vegerin malên xwe û fermandarên Tirk li dadgehên navneteweyî werin darizandin, ji ber ku komkujî li ser gelê Kurd pêk anîne û hemû zagonên navneteweyî binpê kirine.

Em weke partiyên ku li ser vê daxuyaniyê şane kiriye dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên şehîdan û selametiya xêrê ji birîndaran re dixwazin. Her wiha em tekez dikin ku em ê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Efrînê biqewitînin û Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Partiyên ku li ser daxuyaniyê şane kiriye:

*Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanî

*Partiya Yekîtiya Demokratîk

*Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanî

*Partiya Kedkarên Kurdistanê

*Partiya Nûjen a Kurdistanî

*Partî Demokratî Kurdistan li Sûriyê (El-Partî)

*Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

*Partiya Komunîst a Kurdistanî

*Partî Demokratî Kurdî li Sûriya

*Partiya Biratiya Kurdistanê

*Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

*Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê

*Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê

*Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê

*Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê

*Tevgera Çaksaziyê ya Sûriyê

*Hevbendî bi hemû partiyên xwe.ʺ

(dr)

ANHA