Şandeyeke Emerîkî li Minbicê ye

Şandeyek paye bilind a Emerîkî serdana bajarê Minbicê kir  û bi rayedarên Minbicê re hevdîtin pêk anîn.

Şandeyeke Emerîkî li Minbicê ye
Şandeyeke Emerîkî li Minbicê ye
Şandeyeke Emerîkî li Minbicê ye
Şandeyeke Emerîkî li Minbicê ye
Şandeyeke Emerîkî li Minbicê ye
Şandeyeke Emerîkî li Minbicê ye
Şandeyeke Emerîkî li Minbicê ye
22 adar, 2018   12:20

MINBIC – Nûçegihanên me ji Minbicê raghandin ku şandeyeke leşkerî û diplomasî ya Emerîkî ku ji efser  Jamie Gerard û yek ji nûnerên Wezareta Derve ya Emerîkiya Willem Rubik pêk dihat, tevî Hevserokên Meclîsa Rêveber Îbrahîm Qeftan û Zeyneb Qenber li sûka bajarê Minbicê geriyan.

Ev serdan di çarçoveya bersivdayîna îdîayên çapemeniya Tirk û parastina Minbicê ji aliyê Emerîkiya ve, pêk hat.

Derbarê mijarê de, Îbrahîm Qeftan ji ajansa me re axivî û tekez kir ku Koalîsyona Navneteweyî di gera xwe ya di nava sûka bajarê de, tekez kirin ku wê rewşa herêmê bi ewle  dewam bike û wiha pê de çû,ʺDi nîqaşa navbera me û Koalîsyona Navneteweyî de, ew ê desteka leşkerî û siyasî bidin QSD û berisva êrîşên muhtemel ên dewleta Tirk li ser Minbicê bidin.ʺ

Piştî gera nava bajar, şandeya Emerîkî serdana navenda Rêveberiya Sivîl a Minbicê kir û rewşa dawî li herêmê nirxandin.

(kc)

ANHA