Êrîşên hewayî li ser Xûta didomin, çete jê derdikevin 

Ji şeva roja çerşem– pênşemê ve, nêzî 45 êrîşên hewayî li ser aliyê başûr yê Xûta Rojhilat de pêk hate. Her wihya hezar û 500 çete ji bajarê Heresta ber bi Îdlibê ve derketin.  

Êrîşên hewayî li ser Xûta didomin, çete jê derdikevin 
22 adar, 2018   11:31

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî Çavdêriyê Sûriyê yê Mafê Mirovan diyar kirin ku balafirên şer nêzî 45 êrîşên hewayî li ser bajarê Zemelka, bajaroka Eyn Dara, bajaroki Heza û bajarê Erbîn ê dikevin aliyê başûr ê Xûta Rojhilat pêk anîne.

Her wiha şerên giran li eniya Wadî Eyn Terma yê dikeve aliyê başûrê rojavayê Xûta Rojhilat di navbera çeteyên Feyleq El-Rehman, Heyet Tehrîr El-Şam û Hêzên Rejîma Sûriyê de diqewime.

Her wiha li bajarê Dûma yê li aliyê bakur ê Xûta Rojhilat a ku di bin serweriya çeteyên Ceyş El-Îslam de ye bêdengiyek heye.

Li gorî ajansa Sana ya Sûriyê kerwanekî ji erebeyên Heyva Sor a Sûrî û kamiyonan derbasî çerxeriya El-Sanewiya ya Heresta bûn da ku çekdar û malbatên wan ji bajar derkevin.

Sana diyar kir ku hezar û 500 çete û 6 hezar kes ji malbatên wan ji bajarê Heresta li ser du beşan derketin û ber bi bajarê Îdlibê ya Bakurê Sûriyê çûn.

Ji aliyekî din ve Berdevkê Navenda Rûsiyayê ya Lihevanîna Aliyên Sûriyê Efser Viladimer Zolotokhin got ku îro zêdeyî hezar sivîl di riya korîdora mirovahî ber bi wargeha El-Wafidîn ve çûn.

(bx)