Ji Navenda Tendirustiyê ya Şehbayê banga alîkariyê

Xebatkarên tenduristî, derman û alavên tendiristiyê ya navenda tenduristiyê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kêm in, lê car de jî nava karê xwe didomîne û li gorî derfetan alîkariya welatiyan dike. Rayedarên navendaê bang li rêxistinên têkildar kirin ku alîkariyan wan bikin.

Ji Navenda Tendirustiyê ya Şehbayê banga alîkariyê
Ji Navenda Tendirustiyê ya Şehbayê banga alîkariyê
Ji Navenda Tendirustiyê ya Şehbayê banga alîkariyê
Ji Navenda Tendirustiyê ya Şehbayê banga alîkariyê
Ji Navenda Tendirustiyê ya Şehbayê banga alîkariyê
Ji Navenda Tendirustiyê ya Şehbayê banga alîkariyê
22 adar 2018   07:46

ARIF SILÊMAN-SÎMAV XELÎL

ŞEHBA- Navenda Tenduristiyê ya navçeya Fafînê a kantona Şehba ya herêma Efrînê ji beşên destwerdana lezgîn, jinan, diran, tîrêj û dermanxaneeyê pêk tê.

Xebatkarên navendê û hemşîre (Mumerid) ji saet 08.00'an dest bi kar dikin û heta saet 16.00'an kar û xebatên xwe didomîn in. Lê beşê destwerdana lezgîn 24 saetan di nava liv û tevgerê de ye û xizmeta welatiyan dike.

Di meha yekem de navendê û tevî derfetên kêm û nebûna dermanan 351 rewşên lezgîn, hezar û 300 nexweşên hinav, jinan û zarokan derman kirin. Her wiha zêdeyî 20 welatiyên Efrînê yên di êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê de birîndar bibûn, derman kirin.

Endamê Rêveberiya Navenda Tendiristî ya Navçeya Fafînê Ehmed Ebdela derbarê xebatên navendê got ku ji ber kêmbûna derfetan ew nikarin reşên xeter derman bikin û ji ber wê nçar dibin welatiyên rewşa wna giran be, derdixin derveyî kantonê û ev tişt anî ziman: "Derman kêm e, xebatkarên me kêm in, pêdiviyên tenduristî yên pêwîst ên di dermankirina welaityan de têne bikaranîn jî kêm in. Bi taybet bijîşkên hestî û damaran nîn in."

Banga alîkariyê

Ebdela di berdewama axaftina xwe de jî bang li rêxistinên mafê mirovan, yên hiqûqî û xaça sor kirin ku di zûtirîn destwerdanê bikin û alîkariyên pêwîst ji bo rizgarkirina jiyana zarok û jinan ji wan re pêşkêş bikin.

Hêjaya bibîrxistinê ku zarokê bi navê Mahir El-Elî yê ji gundê Wehşiyê ku ji ber mayîna ku çeteyan berê danîbû, birîndar bibûn şehîd bû. Derfetên xebatkarên tenduristî ya navendê nîn bû ku jiyana Mafir rizgar bikin.

(dc)

ANHA