Aldar Xelîl: Em ê dersa berxwedanê bidin dagirkeran

Aldar Xelîl Newroza 2018`an li gelê Efrînê pîroz kir û got ku  berxwedaniya Efrînê kete pêvajoyeke nû û ew ê dersa berxwedanê bidin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Aldar Xelîl: Em ê dersa berxwedanê bidin dagirkeran
21 adar, 2018   13:00

QAMIŞLO – Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl beşdarî Newroza bajarê Qamişlo û got ku tevî rewşa xerab a gelê Efrînê ku koçî Şehba û Şêrawa bûne, lê naxwazin dûrî axa xwe bikevin.

Xelîl got şervanên YPG û YPJ`ê di berxwedana  Efrînê de li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dîrokeke nû nivîsandin.

Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got,ʺEm destûr nadin ku dagirker bighêjin armacna xwe. Meclîsa çeteyan a ku di bin sîwana MÎT`a Tik de hatiye avakirin û di nav de hinek çeteyên Kurd jî hene, wê rojekê ew çete ji aliyê gelê me ve werin darizandin. Ji ber ku wan  hewl dida şoreşa Rojava têk bibin, lê nikaribûn.ʺ

Hevserokê Desteya Rêveberiya a TEV-DEM`ê di dawiya axaftina xwe de got ku ew wekî Kurd, Ereb û Suryan bi gelê Efrînê û şervanên YPG û YPJ`ê re ne.

Newroza bajarê Qamişlo didome.

(kc)

ANHA