Mijara hevdîtina di navbera TEV-DEM û Şepêla Pêşerojê de Efrîn bû

Rayedarên Şepêla Pêşeroj û rayedarên TEV-DEM`ê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê û çawaniya piştgiriya Berxwedana Serdemê nirxandin.

Mijara hevdîtina di navbera TEV-DEM û Şepêla Pêşerojê de Efrîn bû
21 adar, 2018   10:09

QAMIŞLO - Şandeyek ji Şepêla Pêşerojê ya Kurd a Sûriyê ku ji rêvebera Şepêlê Narîn Metînî, endamê raghandinê Lavîn Hisên, endamên têkiliyan Newroz Şêxo û Ariya Mehmûd pêk dihat, duh serdana navenda Têkiliyên TEV-DEM`ê ya li bajarê Qamişlo kirin.

Şande ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, Hevserokê Komîteya Têkiliyên Diplomatîk a TEV-DEM`ê Ebd Selam Ehmed û endamên din ên rêveberiyê ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de, her du aliyan pêşketinên dawî li Rojava û Bakurê Sûriyê û taybet êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê û çawaniya piştgiriya Berxwedana Serdemê nîqaş kirin.

Her wiha her du aliyan mekanîzmeya xurtkirina têkiliyan şirove û nîqaş kirin.

(kc)

ANHA