Ji KCK`ê peyama Newrozê

KCK’ê diyar kir ku gelê Kurd weke serdema Medan li rex gelên herêmê ji bo avakirina sîstema azadî demokrasî gav davêjin û got; “Newroza gelan wê dawî li Dehakên serdemê bîne.”

Ji KCK`ê peyama Newrozê
21 adar, 2018   10:02

NAVENDA NÛÇEYAN - Îro saet 11:00’ê li Qendîl bi tevlîbûna deh hezaran kesî ji gelemperiya Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê agirê Newrozê hate pêxistin û pîrozbahiyê destpê kir. Koma Civakên Kurdistanê (KCK) peyamek ku ji bo Newroza Qendîlê şand, Cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd û gelên herêmê pîroz kir.

Peyama KCK’ê di Newroza Qendîlê de ji aliyê endamê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Rêwar Awdanan ve hate xwendin û wiha hate gotin:

 “Destpêkê Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî li gelê Kurd, gelên azad, Rêber Apo û gelê Efrînê pîroz dikin. Gelê me di du mehên dawiyê de bi berxwedan û helwest yekîtiya xwe ya netewî îspat kir. Her wiha hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê jî xistine ber ceribandinek mezin.

Tişta dikeve ser me, daxwaz û hêviyên gelê me pêkanîne. Êdî di çarçoveya fikrekî netewî û stratejîk a netewî de têkoşîn bikin û em hemû vê rastiyê bizanin ku doz û daxwaza gelê me yeke. Her çendî em weke çar dost û çar hestan nêzikatî li gel bikin, emê xwe lewaz bikin û dijminên xwe kefxweş dikin.

Dostên me jî di du mehên buhrî de bi xwedîderketina li Efrînê, Rêber Apo, doza rewa ya gelê Kurd, nirxên mirovatî, yekîtî û yekbûna netewî îspat kir ku ew xwedî nirxên mirovahî ne. Bêguman wê ev helwest di laperên zêrîn ên dîrokê de bê tomarkirin. Em jî timî bi rêzdarî û hurmet li wan dinêrin û ji bîr nakin.

Dewlet û saziyên navnetewî bi helwesta xwe ya li hemberî Efrîn û doza rewa ya gelê me, îspat kir ku ew xwedî heman helwestina dijî doza gelê Kurd û gelên herêmê ne. Diyar kirin ku bi ti şêweyek maf û azadiya gelê Kurd û gelên herêmê qebûl nakin. Hemû proje û hewldanên ji bo azadiya gelê Kurd û gelên herêmê be, ewê bi hemû hêza xwe dijbertî bikin ku bi zindî binax bikin. Belê bila baş bizanin xeyala wan vala ye. îradeya gelê Kurdê azad hemû êrîş, komplo û dagirkeriyê dişkêne. Ji ber ku gelê Kurd biryara şoreş û serkeftinê daye. Ji hemû demê zêdetir agirê şoreş û xebata me geştire.

Gelê Kurd weke serdema Medan li rex gelên herêmê ji bo avakirina sîstema azadî û demokrasiyê gav tavêje. Sîstemek ku dûrê zulm, cûdahiy rêgezî, cûdahiya nijadî, cûdahiya netewî, cûdahiya bawerî û olan, cûdahiya îdeolojî, cûdakariya çîn û pêkhateyan ye. Mînaka vê sîstemê li Efrîn û Bakûrê Sûriyeyê derketiye pêş û ber bi pêş ve gav davêjin. Ev jî hêviya gelan a ji bo jiyana azad e.

Çewan di xwazeyê de piştî zehmetiyên Zivistanê, Bihar bi ciwanî û xweşiya xwe jidayik dibe, bihara gelan û Newroz jî dawî li zulm û zordariya Dehakên serdemê wê bîne. Bihara gelan ava dibe. Bi xebat û azadiya zarokên gel wê dawî li zivistana dagirker û zulmkaran were. Bihara jiyana azad û netewa demokratîk ser dikeve.

Emê bi ruhê Newroza Bihara azad hemû hêza bikin yek, li hemberî hemhelwestên zulmkaran, weke gelê Kurd yekîtiya xwe ya netewî çêbikin. Bi gelên Kurdistan, herêm û azadîxwaz re têkiliyên xwe baştir rêxistin bikin û têkoşîna xwe ya azadîxwaziyê bilindtir bikin.”