Gelê tebqayê destek didin gelê Efrînê

Gelê tebqayê destek didin gelê Efrînê
20 adar, 2018   18:54

TEBQA – Meclîsa Sivîl a Tebqayê ji bo destekdayîna gelê Efrînê yê ji ber êrîşên dagirkeriyê ji cih û warên xwe koç kiriye, kampanya komkirina alîkariyê da destpêkirin. 

Berxwedana Serdemê di pêvajoya nû de bi hemû hêza xwe didome. Lê ji ber metirsiyên komkujiyan sivîl neçar man ku warên xwe terk bikin û berê xwe bidin herêmên bi ewle. 

Ji bo destekdayîna gelê Efrînê, welatiyên Tebqayê madeyên wekî şîrê zarokan, cil û berg, derman û xwarinê kom dikin. 

Konê komkirina alîkariyê li taxa Meqasim a bajarê Tebqayê hat vedan. 

Piştî madeyên alîkariyê bêne komkirin, dê ji gelê Efrînê re bêne rêkirin.

(mm)

ANHA