Ciwanên Reqayê: Wê agirê Newrozê heta serketina Efrînê geş be

Ciwanên Reqayê: Wê agirê Newrozê heta serketina Efrînê geş be
Ciwanên Reqayê: Wê agirê Newrozê heta serketina Efrînê geş be
Ciwanên Reqayê: Wê agirê Newrozê heta serketina Efrînê geş be
20 adar, 2018   17:49

REQA – Ciwanên Reqayê û meclîsên sivîl mitînga ku ji bo xwedîderketina li Berxwedana Efrînê dabûn destpêkirin, di roja sêyemîn de didomînin.

Di bin dirûşmeya ʺEfrîn meydana Serketinê ye û dê bi ser bikeveʺ de ciwanên Reqayê û meclîsên taxên Teyar û Firat ên bajêr mitîngek dabûn destpêkirin. Mitîng di roja 3ʹyemîn de didome û tê de îmzeyên ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê têne komkirin. 

Çalakiya roja sêyemîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclîsa taxa Firatê Ebdulrehman Hemada axivî û da zanîn ku êrîşên li ser Efrînê bi komployeke nanveteweyî pêk hat. Ebdulrehman wiha got, ʺRoj roja serhildanê ye. Divê em li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk hevgirtina xwe xurt bikin û piştgiriyê bidin gelê xwe yê Efrînê.ʺ 

Bi navê ciwanan jî, Malik Ebdullah axixî û diyar kir ku dagirkeriya Osmanî sala 400 Rojhilata Navîn dagir kir û bi serhildana gel ji herêmê derket. Malik wiha got, ʺWek ciwanên Bakurê Sûriyê divê em li dijî dagirkeriya Tirk serî hildin û herêmên xwe azad bikin. Sibê em ê agirê Newrozê geş bikin, ev agir venamire heta Efrîn bi ser dikeve.ʺ   

Piştre jî gel ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê îmzeyên xwe dan. 

(mm)

ANHA