Agirê Newrozê dê dagirkeriya Tirk li Efrînê bişewitîneʹ

Agirê Newrozê dê dagirkeriya Tirk li Efrînê bişewitîneʹ
20 adar, 2018   19:03

GIRÊ SPÎ – Ciwanên Rojava bi boneya Newrozê di bin dirûşmeya ʺNewroz berxwedan e, berxwedana Efrîn eʺ meşeke meşeleyan li dar xist. 

Meşa ciwanan ji qada Mabata a bajarê Girê Spî ber bi çerxerêya Qefes ve herikî. Meşvanan dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Efrînêʺ û ʺŞehîd namirinʺ berz kirin. Li çerxerêyê ciwanan agirê Newrozê gur kirin. 

Di dawiya meşê de Endamê Rêveberiya YCRʹê Cûdî Girê Spî axivî û da zanîn ku Newroz sembola azadiya gelan ji koletiyê ye. Cûdî wiha got, ʺDê agirê Newrozê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê bişewitîne.ʺ 

(mm)

ANHA