Seyf El-Îslam ji bo serokatiya Lîbiyayê xwe hilbijart

Seyf El-Îslam ji bo serokatiya Lîbiyayê xwe hilbijart
20 adar, 2018   12:50

NAVENDA NÛÇEYAN – Kurê Serokê Lîbiyayê yê berê Mûemer El-Qezafî, Seyf El-Îslam ji bo serokatiya Lîbiyayê xwe hilbijart.

Nûnerê siyasî yê kurê Qezafî Eymen Boras di civîneke çapemeniyê de ku duh li Tûnisê hate lidarxistin raghand ku Seyf El-Îslam xwe ji bo serokatiya Lîbiyayê hilbijatiye.

Boras got ku Seyf  El-Îslam armanca wî ji vê yekê ew e ku hêvî dike welatê xwe Lîbiyayê ji aloziyê rizgar bike û ew texmîn dike  ku ew ê di hilbijartinan de biser bikeve ji ber ku gelek erşîrên Lîbiyayê destek didin wî.

Bors diyar kir ku Seyf El-Îslam wê di nava çend rojan de bi awayekî fermî projeyên xwe yên avakirina welatê xwe ji gelê Lîbiyayê re diyar bike.

(bx)