MSD`ê Newroz li gelên Rojhilata Navîn pîroz kir

MSD`ê Newroz li gelên Rojhilata Navîn pîroz kir
20 adar, 2018   12:49

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Sûriyê Demokratîk Newroz li hemû gelên Rojhilata Navîn û taybet gelê Kurd pîroz kir.

Bi wesîleya Cejna Newrozê, Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) peyamek weşand.

MSD`ê di serî de Cejna Newrozê li tevahiya gelên ku li Rojhilata Navîn dijîn û taybet gelê Kurd pîroz kir.

MSD`ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi nêzikbûna Newrozê, niyeta wan a vegera li zulim û zordariyê eşkere dike.

MSD`ê bi bîr xist ku rûxandina peykerê Kawayê Hesenkar ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, rastiya wan a redkirina hemû nirxên şoreşê û azadiyê radixe ber çavan.

(kc)