Êrîşên li ser Xûtaya Rojhilat didomin, 17 kes hatin kuştin

Êrîşên li ser Xûtaya Rojhilat didomin, 17 kes hatin kuştin
20 adar, 2018   12:02

NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên girêdayî Rêjîma Sûriyê û Rûsyayê herêmên Xûta Rojhilat bombebaran kir û di encamê de 17 kes hatin kuştin. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê êrîşên xwe li ser taxa El-Qedem a başûrê Şamê berdewam dikin û li taxa Hecer El-Eswed du ciwan kuştin.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, balafirên şer ên girêdayî Rêjîma Sûriyê û Rûsyayê êrîşên xwe li ser Xûta Rojhilat didomînin.

Balafiran dibistaneke li bajarê Erbînê ya Xûta Rojhilat ku koçber di jêrzemîna wê de bi cîh bibûn bombebaran kirin û di encama wê de komkujiyek pêk hat û 17 welatî hatin kuştin û 52 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got ku hejamara sivîlên ku ji herêma Xûta Rojhilat hatine derxistin gihîşt 79 hezar û 702 kesî û heta gotin ku piraniya wan zarok in.

Ji aliyekî din ve, Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê şerê di navbera Hêzên Rêjîmê û çeteyên DAIŞ`ê de li eniya başûr a patexta Şamê şopand. Çeteyên DAIŞ`ê hewl didin ku li taxa El-Qedem a ku di bin serweriya hêzên Rêjîmê de ye, piştî ku bi sendan çekdar û malbatên wan û sivîl koçeberî Bakurê Sûriyê bûne, pêşde biçin.

Li gorî çavdêriyê çeteyên DAIŞ`ê zêdeyî 23 leşkerên Rêjîma Sûriyê kuştine û nêzî 45 leşkeran birîndar û dîl kirine. Heta van kêliyan jî hê şerên dijwar berdewamin. Gurûpên çeteyan dixwazin ku taxa El-Qedem bi temamî bixin bi kontrola xwe de.

Ji aliyekî din ve çavdêriyê diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê li taxa Hecer El-Esewed a payetexa Sûriyê Şam du ciwan qetil kirine.

(bx)