Ev e dîmenên rastiya komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker û hukumeta faşîst a Erdogan û Bahçelî di 20’ê çileyê  de dest bi dagirkirina Efrînê kirin. Di êrîşên dagirkirinê de gelek cihên jiyana sivîlan hatin bombebarankirin û ruxandin, gelek cihên dîrokî hatin xirabkirin û bi sedan sivîl di encama bombebaranê hatin qetilkirin.

Ev e dîmenên rastiya komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Efrînê
Ev e dîmenên rastiya komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Efrînê
Ev e dîmenên rastiya komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Efrînê
Ev e dîmenên rastiya komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Efrînê
Ev e dîmenên rastiya komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Efrînê
Ev e dîmenên rastiya komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Efrînê
Ev e dîmenên rastiya komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Efrînê
Ev e dîmenên rastiya komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Efrînê
Ev e dîmenên rastiya komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Efrînê
Ev e dîmenên rastiya komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Efrînê
20 adar, 2018   08:56

NAVENDA NUÇEYAN - Dewleta Tirk a dagirker û hukumeta faşîst a Erdogan û Bahçelî di 20’ê çileyê  de dest bi dagirkirina Efrînê kirin. Di êrîşên dagirkirinê de gelek cihên jiyana sivîlan hatin bombebarankirin û ruxandin, gelek cihên dîrokî hatin xirabkirin û bi sedan sivîl di encama bombebaranê hatin qetilkirin.

Li gor vê dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê qirkirinên ku li Efrînê dike bi dezenfarmasyonek ku nayê aqilan raya giştî dixapîne.

Duh dîmenên ku wezareta giştî a dewleta Tirk servîsa çapemeniya AKP’ê kirî, pêkanîna sucên mirovahî yên ji aliyê artêşa Tirk ve li Efrînê tên kirin û di demê pêş de bibe sedema darizandina dewleta Tirk hatin weşandin.

Di dîmenên ku nûçegihanên me kişandîn de jî diyar dibe ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê cihên jiyana sivîlan ruxandin, gelek cihên dîrokî xirab kirin û cihên girêdayî gel ên wek kargeh, mizgeft, goristan, malên gel û stasyona ava vexwarinê jî hatine ruxandin. 

Li gel dîmenên ku nûçegihanên me pêşiya ku dagirker bikevin navneda bajar kişandî jî dîmenên piştî ketina navenda bajar ruxandina peykarê Kawayê Hesinkar jî ji aliyê çapemeniya cîhanê ve hat belavkirin. Di heman demê de dagirkeriya dewleta Tirk di dîmenên çapemeniya AKP’ê û hesabên medyaya civakî yên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê jî vekirî tê dîtin.

Her çend dewleta Tirk a dagirker û hukumeta AKP’ê hewildanên veşartina vê hovîtiyê bikin jî, rûyê rast ê ruxandin, dizî,  talan û dagirkeriya ku leşkerên Tirk û çeteyan li Efrînê derket holê û derket pêş çavê hemû cîhanê.

Ev dîmenên ku me parvekirîn rûyê rast ê dagirkerî, sûcên mirovahî û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker derdixe holê.

Sivîl hatin qetilkirin

Dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ji roja yekem heta niha raste rast sivîl hedef girtin. Dewleta Tirk a dagirker  ji bo demografiya Efrînê biguhere sivîl kirin hedef, sivîl qetilkirin û yên mayîn jî bi zorê koçber kirin.  Li gor daxuyaniyên herî dawî yên rêveberiya Efrînê dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 500 sivîl şehîd kirin û 1030 kes jî birîndar bûn. Ev hejmar tenê kesên ku hatine tesbîtkirin e.

Cindirês

Cindirês navçeyek li rojhilatê-başûrê Efrînê cih digire. Ev navçe bi bombeyên firokeyên dewleta Tirk a dagirker avêtîn hat ruxandin. Ev dîmenane ji beriya ku artêşa dagirker bikeve Efrînê hatine kişandin.

Eyn Dara

Li gel ku li Efrînê lêkolînên kur nehatine kirin jî şopên dîrokî yên me dibin serdema Neolotîkê tên dîtin. Şikefta Du Derî ya Neandertalan, Perestgeha Îştar, Eyn Dara û Cindirês û Nebî Horî ku mohra çanda Til Xalaf a bûyî bingehê şaristaniyê bi bombeyên dewleta Tirk a dagirker hatin ruxandin.  

Mizgeft

Dewleta Tirk a dagirker gelek caran cihên pîroz ên gel û mizgeft hedef girtin.

Kargeh

Dewleta Tirk a dagirker ku ji roja yekem a dagirkeriyê de heya niha cihên jiyana gelên sivîl dike hedef. Li Efrînê kargeha zeytunan a ku bibû çavkaniya aboriya gelê herêmê hat hedefgirtin û ruxandin.

Nexweşxane

Dewleta Tirk a dagirker tekane nexweşxaneya Efrînê ya bi navê Avrînê ku bi hezaran sivîl lê dihatin dermankirin, di 16`ê adarê de hedef girt û beşê zarokan hate  xerabkirin.

Goristan

Dewleta Tirk a dagirker a hovane wekî çeteyên DAIŞ`ê, goristanên şehîdan û sivîlan ên Efrînê kirin armancên xwe û di encamê de zerareke mezin gihîşt goristanan.

Stasyona avê

Di 8`ê sibatê de jî,  artêşa Tirk a dagirker stasyona ava Efrînê ya li gundê Metîna yê girêdayî Şera kirine armanca xwe  û di encamê de zerareke mezin gihîşt stasyonê û xizmetê derket.

ANHA