‘Berxwedana Serdemê ketiye pêvajoyeke nû, partiyên Kurd bila helwesta xwe zelal bikin’

Bedran Çiya Kurd tekez kir ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi dawî nebûye, lê belê ew derbasî pêvajoyeke nû bûye. Çiya Kurd bang li partiyên Kurd û siyasmetmedaran kir ku helwestên xwe derbarê dagirkeriya Tirk zelal bikin.

‘Berxwedana Serdemê ketiye pêvajoyeke nû, partiyên Kurd bila helwesta xwe zelal bikin’
20 adar, 2018   10:39

SOLÎN REŞÎD- ROJ MÛSA

ŞEHBA – Bedran Çiya Kurd tekez kir ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi dawî nebûye, lê belê ew derbasî pêvajoyeke nû bûye. Çiya Kurd bang li partiyên Kurd û siyasmetmedaran kir ku helwestên xwe derbarê dagirkeriya Tirk zelal bikin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Bedran Çiya Kurd ji ajansa me re axivî û diyar  kir ku armanca  derxistina sivîlan li Efrînê û bicihanîna wan li Şehbayê ya herêma Efrînê, parastina wan ji komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ne.

Armanc parastina sivîlan e

Çiya Kurd got, ʺTevahiya cîhanê dît ku çawa dagirkeriya Tirk bi awayekî hovane sivîlan dike hedef û heta niha ev hovîtî li herêma Efrînê dewam dike û gelek komkujî pêk hatin. Ji ber vê yekê jî, ji bo parastina sivîlan ji komkujî û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, me biryar da ku em gel ji Efrînê derxînin û wan bînin kantona Şehbayê.ʺ

Hevkariya Rûsya-Tirkiye

Çiya Kurd da zanîn ku tevî gelek nîqaşên navneteweyî li ser êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê hatin kirin, lê mixabin tu biryarên sekandina êrîşên li ser Efrînê nehate standin û wiha pê de çûʺBi bêdengiya navneteweyî ya derbarê êrîşên li ser Efrînê de, diyar bû ku liehevkirinekî navneteweyî û taybet lihevkirinek di navbera Rûsya û Tirkiyê de heye. Ji aliyekî din ve jî, metna liehevkirinê Xûta Rojhilat li hemberî Efrînê bû.ʺ

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê got ku piştî berxwedana 58 rojan li hemberî mezintirîn artêş û teknîka wê dewam kir, nêzî hezar û 500 şervan û sivîl şehîd bûn û zêdetirî 3 hezar şervan û sivîl jî birîndar bûn.

Kurd  tekez kir ku Berxwedana Serdemê bi dawî nebûye, lê belê berxwedan kete pêvajoyeke nû û hêza şervanan heye ku dagirkeran têk bibin û wiha dewam kirʺEm tu gavan paş de navêjin, soza me dewamkirina ser rêya  şehîdan e.ʺ

Derbarê civînên ku di navbera dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Tirkiyê çêdibin de, Çiya Kurd ev nirxandin kir, ʺ Di demên dawî de, li Dîlokê civîn di navbera dewleta Tirk û sîxûrên wê, Ixwan Muslimîn, DAIŞ û nûnerên hîn partiyên Kurdî yên di nava Itîlafa Sûriyê de çêdibin. Di civînê de, ji bo rêvebirina Efrînê wê hînek nûner werin hilbijartin. Bêguman rêveberiyeke ku bi destê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê werê avakirin, dagirkerî ye û nûnertiya îradeya gelê Efrînê nake, ji ber ku armanc jê rêvebirina projeya dagirkeriyê li Efrînê ye û ew ê bibin armanca me.ʺ

Her wiha Çiya Kurd derbarê hebûna nûnerên kesayetên Kurdî di wan civînan de, ev tişt got,ʺSiyaseta wan kesayetên Kurd ji aliyê gelê Efrînê ve nayê qebûlkirin. Ev kesayet wekî amûrekî di destê dagirkeriya Tirkiyê de ne û dewleta Tirk tenê ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar tînin.ʺ

Çiya Kurd di berdewamiya axaftinên xwe de, bang li partiyên kurdî û siyasetmedaran kir ku  helwesta xwe derbarê hin kesayetên Kurd ku bi dagirkeriya Tirkiyê re hevkariyê dikin, diyar bikin û ev tişt anî ziman, ʺEw kesên Kurd hevkarên dagirkeriya Tirk di kuştina sivîlan û wêrankirina malên wan de ne.ʺ

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Bedran Çiya Kurd wiha dawî li  gotinên xwe anî, ʺBerxwedana Serdemê wê di çarçoveya pêvajoyeke nû de were destpêkirin. Em tekez dikin ku Berxwedana Serdemê bi dawî nebûye. Em ê tola hemû şehîdên Berxwedana Serdemê û hemû şêniyên Efrînê rakirin.ʺ

(kc)

ANHA