'Çawa DAIŞ têk çû û dagirkeriya Tirk jî li Efrînê têk biçe'

Şêniyên Dêrazorê dan zanîn ku divê civaka navdewletî û cîhanê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê r jibêdengiya xwe derkevin û ev tiştn anîn ziman: " Çawa DAIŞ li herêmên me têk çû, wê dagirkeriya Tirk li Efrînê jî têk biçe."

'Çawa DAIŞ têk çû û dagirkeriya Tirk jî li Efrînê têk biçe'
20 adar, 2018   07:50

 FÎRAS TEYAWÎ

DÊRAZOR- Şêniyên Dêrazorê dan zanîn ku divê civaka navdewletî û cîhanê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê r jibêdengiya xwe derkevin û ev tiştn anîn ziman: " Çawa DAIŞ li herêmên me têk çû, wê dagirkeriya Tirk li Efrînê jî têk biçe."

Şêniyên Dêrazorê diyar kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe piştgiriya gelê Efrînê ku li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin bikin.

Jina bi navê Zehra El-Elî ya ji herêma Cezrar a Dêrazorê derbaêr mijarê de wiha got: "Em dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Efrînê re qebûl nakin. Berxwedan û îradeya gelan wê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û hemû alavên wan ên leşkerî biserkeve."

Zehra El-Elî di berdewama axaftina xwe de jî wiha got: "Ez jî bi şandeya ku ji Dêrizorê derbasî Efrînê bûn û cihê xwe di Berxwedana Serdemê de bûm. Dema em li ser rê bûn, dewleta Tirk fûza jî avêtin me, lê me riya ya ber bi Efrînê dewam kir."

Zehra El-Elî di dawiya axaftina xwe de jî bang li rêxistinên navdewletî û yên mafê mirova kirin ku destwerdanê bikin û wiha got: "Divê civaka navdewletî dewstwerdanê bikin ku dawî li sûcên Erdogan ên li dijî mirovahiyê bikin. Wê berxwedana gelê Efrînê serbikeve. Wekî çawa me DAIŞ li vir têk bir, em ê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê jî bişkîn in."

Welatiyê bi navê Îmad Mihemed ê ji Cezara ya Dêrizorê jî derbarê mijarê de wiha got: "Em piştgiriya gelê xwe yê Efrînê dikin. Hemû gelên herêmê mezlûm in, gelek wêranî di Efrînê de pêk anîn û gelê Efrînê dane koçberkirin."

Mihemed di dawiya axaftina xwe de jî bang li civaka navdewletî kir û wiha got: "em bê dengiya civaka navdewletî û saziyên mafê mirovan derbarê rewşa Efrînê bi tundî şermezar dikin. Derbarê êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê heta niha bê deng in."

(dc)

ANHA