Li Kerkûkê êrîşa DAIŞ`ê, 2 welat mirin û 3 jî birîndar bûn

Li Kerkûkê êrîşa DAIŞ`ê, 2 welat mirin û 3 jî birîndar bûn
20 adar, 2018   07:32

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Hilewati yê li rojavayê Kerkûkê, ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê 2 gundî mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Hilewati yê nehiya Zabê ya li rojavayê Kerkûkê, çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê êrîş kirin. Ji ber êrîşê 2 gundiyan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Gundiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Kerkûkê.