MSD: Dê pêvajoya nû ya şerê Efrînê dawiya Erdogan bîne

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk da zanîn ku armanca Erdogan qirkirina gel û dagirkirina tevahî Bakurê Sûriyê ye. her wiha MSDʹê diyar kir ku dê pêvajoya nû ya şerê Efrînê dawiya Erdogan bîne.

MSD: Dê pêvajoya nû ya şerê Efrînê dawiya Erdogan bîne
19 adar, 2018   18:29

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Sûriyeya Demokratîk da zanîn ku armanca Erdogan qirkirina gel û dagirkirina tevahî Bakurê Sûriyê ye. her wiha MSDʹê diyar kir ku dê pêvajoya nû ya şerê Efrînê dawiya Erdogan bîne.

MSDʹê derbarê rewşa Efrînê daxuyaniyek da. 

 Daxuyanî wiha ye:

ʺQSDʹê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Efrînê berxwedaneke bêhempa dide meşandin. Tevî ku hêza leşkerî ya dagirkeran xurte, lê vîna hêzên şoreşger ji çekên wan xurtir e. 

Divê her kes bizane ku Erdogan plan dike ku bi bahaneyên bê bingeh gelê herêmê qir bike, tevahî Bakurê Sûriyê, Idlib, Heleb, Mûsil û Kerkûkê dagir bike, demografiya herêmê biguhere û serdana Osmanî vejîn bike. Lê Erdogan nikare bigihêje van armancên xwe. 

Biryara derxistina nîv milyonek sivîl ji bajarê Efrînê, ji bo parastina jiyana sivîlan û pêkanîna armancên YPG/YPJʹê hat girtin. 

Wek MSDʹê em kiryarên hovane yên li dijî gelê Efrînê şermezar dikin. Kiryarên dewleta Tirk hemû zagonên navneteweyî û mirovî binpê dikin, civaka navneteweyî jî li hember vê yekê bêdeng e. 

Em ê asta têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk bilind bikin, herêmê ji dagirkeran rizgar bikin û gel vegerînin malên wan. Dê pêvajoya nû ya şerê Efrînê dawiya Erdogan bîne.ʺ

(mm)

ANHA