Bi hezaran gelê Qamişlo bêdengiya li dijî komkujiyan protesto kirin

Bi hezaran gelê Qamişlo bêdengiya li dijî komkujiyan protesto kirin
19 adar, 2018   18:19

QAMIŞLO - Bi hezaran gelê Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê û bêdengiya civaka navneteweyî, şermezar kirin.

Girseya gel li Qada Şehîd Xebat Dêrik kom bûn û xwepêşandanek li dijî komkujiyên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlên Efrînê, li dar xist.

Di xwepêşandanê de gel wêneyên komkujiyên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê hildan.

Xwepêşandan ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û ber bi Kolana Sereke ya Navçeya Girkê Legê ve çû. Xwepêşandêran dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û bêdengiya navneteweyî berz kirin.

Girseya gel li Qada Azadî kom bûn û xwepêşandan veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rêveberê TEV-DEMꞌê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Ev 59 roj in ku Efrîna berxwedêr rastî êrîşên hovane ên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê. Efrîn li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji alîgirên opozisyona Sûrî, bermahiyên DAIŞ û Nusra yên xwefiroş, li ber xwe dide. Da ku çete pîroziya zeytûn û aştiyê xirab bikin, navê operasyona xwe kir şaxê zeytûnê û komkujî li dijî jin, zarok û temenmezinan pêk anîn."

Dagirkeran di êrîşên xwe de hemû cureyên çekên giran û gaza Sarîn bi kar anîn. Em jî bi tundî van êrîşan şermezar dikin. Civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî berpirsyarên jenosîd û komkujiyên li dijî gelê me ne. Tevî vê yekê jî civaka navneteweyî bêdeng e. Em bang li hemû rêxistinên hiqûqî, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku biryareke cidî li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bigirin û van komkujiyan bidin rawestandin. 

Her wiha em bang li hemû Kurdên cîhanê dikin ku bi erkê xwe yê neteweyî rabin û li hember Artêşa Tirk a dagirker têkoşîn bikin."

Xwepêşandan bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.

(dr)

ANHA