Li Australia agir bi malên welatiyan ket

Li Australia agir bi malên welatiyan ket
19 adar, 2018   11:16

NAVEDNDA NÛÇEYAN – Hikûmet Australia diyar kir ku ji ber bilindbûna pileyên germê agirekekî  mezin pêket û di encamê de nêzî 70 mal û hejmarkeke mezin ji sewalan şewitîn.

Li gorî hikûmetê, di encama agirê ku pêketî de nêzî 70 malî li gundê Tathra yê dikeve başûrê kantona New Soth Wilz hatin şewitandin.

Her wiha 40 hektar ji zeviyên li başûr-rojavayê kantona Vektoriya û gelek sewal hatin şewitandin.

Berpirsê Rêveberiya Agirkujiyê li New Soth Wilz Shîn Fitismins ji Skay News re wiha got "Me duh şêniyên Tathra di rewşeke pir xerab de dît. Sedema wê sereke bilindbûna pileyên germê û hewaya dijwar bû."

 (bx)