Çeteyên Tirk li Efrînê li ser karê xwe ne!

Çeteyên Tirk li Efrînê li ser karê xwe ne!
19 adar, 2018   10:58

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê talan û wêrankirina mal û milkên welatiyên Efrînê didomînin.

Roj bi roj armancên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê diyar dibin.

Piştî ku şêniyên bajarê Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji malên xwe derketin, dagirkeran dest bi talankirina malên sivîlan kirin. Ev yek di gelek dîmen û wêneyên  ku li ser malper û ajansan hatin weşandin, hatin piştrastkirin.

Di dîmenekî ku gihîşt ajansa me de, tê xuyakirin ku çawa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên walatiyan talan dikin.

(bx)

ANHA