Rojhilat bi dirûşma, ‘Newroz ji bo Efrîn’ diherike qadan

Rojhilat bi dirûşma, ‘Newroz ji bo Efrîn’ diherike qadan
19 adar 2018   10:27

NAVENDA NÛÇEYAN - Wê îro seranserê bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê li dijî dagirkerî û hovîtiya dewleta Tirk ya li ser Efrînê bi dirûşma, ‘Newroz Ji Bo Efrîn’ û ‘Efrîn ne bi tenê ye’ biherikin qadan.

Berpirsên Kampanya Piştgirî dayîna Efrînê bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelên azadîdxwaz yên Îranê kir ku îro saet 17:00’ê êvarê bi dirûşma, ‘Newroz Ji bo Efrîn’ û ‘Efrîn ne bi tenê ye’ dakevin qadan û heya azadiya Efrînê di çalakiyan de bin.

Berpirsên kampanyayê bang li herkesê kir ku tevlî xwepêşandanê bibin û li dijî hovîtî û dagirkeriya Tirk dengê xwe bilind bikin.

Di daxuyaniyê de wiha têgotin: “Em weke gelê Rojhilatê Kurdistan û gelê azadîxwaz yê Îranê dakevin qadan û bi dengekeke bilind bêjin,‘Efrîn ne bi tenê ye.’

Di berdewama daxuyaniyê de wiha têgotin; “Efrîn sembola berxwedan û welatê zeytûn û rojê ye. Ewên nezan jî wer difikirin ku wê bikarin roja me tarî bikin.”

Di daxuyaniyê de têgotin ku Newroz wesîleyeke herî başe ji bo xwe kirina yek û yekîtiyê û wiha têgotin: “Efrîn rûmeta me ye û heya kêliya dawî ya azadiya Efrînê jî em ê li ser piya bin.”

Di daxuyaniyê têgotin ku wê îro saet 17:00’an li bajarê Kirmaşan, Ûrmiye, Sine, Îlam, Mahabad, Kamyaran, Ciwanro, Serpêl Zehaw, Şaabad, Sehne, Seqiz, Bokan, Dîwandere, Gêlanî Xerb, Maku, Pawe, Riwanser, Qurwe, Bîcar, Dêwlan, Eywan, Pîranşar, Şino, Maku, Serdeşt, Rebet xwepêşandan li dijî dagirkeriya Tirk ya li dijî gelê Kurd, dîroka wê, çanda wê û coxrafyaya wê were lidarxistin û heya Efrîn ji dagirkeran were paqij kirin jî çalakî wê bidomin.