Ji PDK'ê biryara sosret: Xwepêşandanên ji bo Efrînê li ber konsolosxaneya Tirkiyê qedexe ye

Ji PDK'ê biryara sosret: Xwepêşandanên ji bo Efrînê li ber konsolosxaneya Tirkiyê qedexe ye
19 adar, 2018   10:18

NAVENDA NÛÇEYAN – PDK`ê rê nade li ber konsolosxaneya Tirkiyê ya li bajarê Hewlêr ji bo Efrînê çalakî bê lidarxistin.

Îro saet 11:30’ê çalakvanên bajarê Hewlêr çûne ber konsolosxaneya Tirkiyê ya li Hewlêr û xwestin dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê çalakî lidar bixin.

Belê hêzên Asayişa PDK’ê pêşiya çalakvanan girt û nehiştin ku ew li ber konsolosxaneya Tirkiyê çalakiya xwe bikin.

Yek ji wan çalakvanan ê bi navê Hêmin Mamend ji Rojnews re wiha axivî, “Hêzên Zêrevaniyê yên PDK’ê ji me re gotin ku ferman ji bo wan ji jor hatiye û xwepêşandan qedexe ye.”

(kc)