‘Di serdema DAIŞ`ê de rêya Tirkiyê di Reqayê re derbas dibû’

Jina bi navê Mey ku bi darê zorê bi çeteyekî DAIŞ`î re hatibû zewicandin, diyar kir ku di serdema çeteyên DAIŞ`ê rêya Tirkiyê di Reqayê re derbas dibû.

‘Di serdema DAIŞ`ê de rêya Tirkiyê di Reqayê re derbas dibû’
19 adar 2018   06:54

HÊVÎDAR HERANÎ

GIRÊ SPÎ – Jina bi navê Mey ku bi darê zorê bi çeteyekî DAIŞ`î re hatibû zewicandin, diyar kir ku di serdema çeteyên DAIŞ`ê rêya Tirkiyê di Reqayê re derbas dibû.

Her çiqas peywendiya di navbera çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker zelale jî, lê hêzên cîhanî vê yekê ji nedîtî ve dibînin. Nexasim di êrîşa dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Efrînê de ku di roja 59`an de dewam dike, çeteyên DAIŞ`ê bi navên cûda tevlî şerê qirkirina Kurdan bûne. Ev yek jî bi gelek dîmen û wêne hate piştrastkirin.

Jina bi navê Mey Ebdulxenî (30) ku bi darê zorê bi çeteyekî DAIŞ`ê re hatibû zewicandin. Piştî ku wê û çeteyê ku pê re hatibû zewicandin xwe radestî QSD`ê kirin, ji ajansa me re behsa serpêhatiya xwe kir. Mey got ku dema bajarê Reqayê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de  bû, ew ji bajarê Humis hate Reqayê û ji wir dixwest derbasî Tirkiyê bibe.

Mey destnîşan kir ku dema bajarê Reqayê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de bû, ew û zarokên xwe li bajarê Humisê yê Sûriyê bûn.

Mey diyar kir ku hevjînê wê beriya 6 salan jiyana xwe ji dest daye, piştî êrîşên Rêjîma Baas li ser Humisê û wiha dewam kir, “Ji bo ez zarokên xwe biparêzim min biryarda ku ez biçim Tirkiyê. Di wê demê de, tenê riyek hebû, ew jî bajarê Reqayê  bû. Reqayê jî di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de bû. Bi gotineke din riya Tirkiyeyê di bajarê Reqayê re derbas dibû”

Mey Ebdulxenî da zanîn ku dema ew û zarokên xwe gihîştin bajarê Reqayê çeteyên DAIŞ`ê nehiştin ku ew tevî  zarokên wê derbasî Tirkiyê bibin û wiha pê de çû, “Çeteyên DAIŞ`ê bi darê zorê ez li Reqayê hîştim û bi kirim hevjînê çeteyekî Mexribî.”

Mey got ku, wê û zarokên xwe gelek caran hewl dane ji Reqayê birivin, lê çeteyan nehîştin e.

Mey anî ziman ku piştî demekê wê û çeteyê ku bi pê re hatibû zewicandin, xwe radestî  hêzên QSD`ê kirin.

Mey di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên di bin zilm û zordariya DAIŞ`ê de kir ku xwe xilas bikin û berê xwe bidin herêmên di bin parastina QSD`ê de.

(kc)

ANHA