Meral Akşêner: 726 leşkerên Tirk li Efrînê hatine kuştin

Meral Akşêner: 726 leşkerên Tirk li Efrînê hatine kuştin
18 adar, 2018   20:08

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Partiya Xêrê ya Tirkî Meral Akşêner da zanîn ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de, 726 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Hevseroka Partiya Xêrê ya Tirkî Meral Akşêner di vekirina serokatiya şaxekî Partiya Xêrê li Bajaroka Edrêmîtê ya Bajarê Balîkesîrê de, bi alîgirên xwe re civiya.

Di civînê de, Meral rexneyên tund li Erdogan kir û wiha got, "Zelal biaxive, ji bo ku Efrîn tevlî xaka me bibe, artêşa me berê xwe daye Efrînê? Tu peyvên mîna "El-Feth", "Şer" û …hwd, bi kar tînî, lê belê tu yê hesaba vê yekê bidî."

Meral Akşêner di civîna xwe de, diyar kir ku 726 leşkerên Tirk di êrîşên li ser Efrînê de, hatine kuştin û wiha domand, "Erdogan, eger tu bi rastî li hember yekîtiya Sûriyê rêzdar bî, divê tu baş li axaftinên xwe meyze bikî. Ji ber ku tu yê nikaribî sibe destên xwe ji van kiryaran bikişînî.ʺ 

Meral di axaftina xwe de, da zanîn ku ji ber siyasetên şaş ên Erdogan, Tirkiye dê berdêlên mezin bide.

(dr)