Gelê Başûrê Kurdistanê dagirkeriya Tirk protesto kir

Li bajarê Ranya û Kelar ên Başûrê Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk û komkujiyên li Efrînê hate protestokirin.

Gelê Başûrê Kurdistanê dagirkeriya Tirk protesto kir
18 adar 2018   20:15

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Ranya û Kelar ên Başûrê Kurdistanê dagirkeriya dewleta Tirk û komkujiyên li Efrînê hate protestokirin.

Li Ranyayê bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn û endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Xalid Mistefa axivî û wiha got; “Şerê li Efrînê, şerê li ronahiyê yê li dijî taritiyê ye. Dewleta Tirk a dagirker û dewletên din ên dagirker xwedî heman helwestan e.”

Li aliyê din di çalakiyê de biryar hate girtin ku her şev seat 16:00’an li parka Baxê Giştî yê Ranya wê çalakî bê lidarxistin.

Bi sedan kes beşdarî çalakiya li Kelarê jî bûn. Di çalakiyê de ya ku di bin pêşengtiya Tevgera Azadî de hatî lidarxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate protestokirin.

Piştî meşê li Parka Leyla Qasim axaftin hate kirin û di axaftinan de artêşa Tirk a dagirker û komkujiyên li Efrînê hate şermezarkirin, banga yekîtiya Kurdan hate kirin.