ʹErdogan bi komkujiyan asta dijminatiya li dijî gelê Kurd nîşan dideʹ

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê diyar kir ku Erdogan di salvegera komkujiya Helebçeyê de, gelê Efrînê di komkujiyan re derbas dike.

ʹErdogan bi komkujiyan asta dijminatiya li dijî gelê Kurd nîşan dideʹ
16 adar 2018   16:28

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê diyar kir ku Erdogan di salvegera komkujiya Helebçeyê de, gelê Efrînê di komkujiyan re derbas dike.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê derbarê salvegera komkujiya Helebçeyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

ʺErdogan di salvegera 32ʹyemîn de komkujiya Helebçeyê de, gelê Efrînê di komkujiyan re derbas dike. Ji ber dîktatoriya Erdogan berxwedana gelê Efrînê ya 56 rojan li dijî hemû cûreyên çekên NATOʹyê tehemul nekir.

kiryarên Erdogan ên tirsonek dijminatiya wî li hember gelê Kurd nîşan dide. Lê çawa ku Sedam nikarîbû gelê Kurd tune bike, Erdogan jî nikare vê yekê bike. Çawa ku Sedam hat darizandin, wê rojek were û Erdogan jî were darizandin.

Îro di salvegera 30ʹyemîn a komkujiya Helebçeyê de, artêşa Tirk a dagirker li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê komkujiyek pêk anî. Di encamê de 21 sivîl şehîd bûn, her wiha bi dehan sivîl birîndar bûn û gelek sivîl jî hê di bin kavilan de ne.

Berpirsiyariya van komkujiyên Erdogan ji civak naveteweyî tê xwestin. Ji ber ku civaka navneteweyî li hember van komkujiyan bêdeng in. Banga me ji tevahî cîhanê re heye ku pişgiriyê bidin berxwedana Efrînê û siyasetên Erdogan li dijî sivîlên herêmê rawestînin.ʺ

(mm)

ANHA