Gelê Rojhilatê Kurdistanê îro ji bo Efrînê li qadane

Gelê Rojhilatê Kurdistanê îro ji bo Efrînê li qadane
12 adar 2018   07:01

NAVENDA NÛÇEYAN- Li 25 navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo piştgiriya Efrînê wê xwepêşandan bên lidarxistin.

Îro saet 17:00’ê li paytexta Îranê Tahren, li bajarên Sine, Kirmaşan, Urmê, Îlam û dehan bajar û navçeyên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê xwepêşandan wê bên lidarxistin.

Ji duh ve li ser torên civakî banga xwepêşandanên ji bo piştgiriya Efrînê li gelemperiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê kirin.

Di banga hate kirin de wiha hate ragihandin; “Efrîn berdewama Kobanê ye. Efrîn sembola berxwedan, niştîmanî zeyton û rojê ye. Ewên dixwazin roja me bikujin û darên me yên zeytonê bi bibirin, tenê hewldanek vale ye.

Emê dakevin qadan û bêjin Efrîn ne bi tenê ye. Efrîn bajarê berxwedanê ye. Heya dema êrîş rawestin wê têkoşîna me dewam bike.”

Di banga hatin kirin de dirûşma sereke ya xwepêşandana ‘Rojhilat Efrîne’ hate ragihandin.

Di vê çarçoveyê de îro saet 17:00’ê li ber balyozxaneya Tirkiyê li Tahranê, li Çar rêyana Newbehar a Kirmaşanê, li Meydana Navendê ya Urmê, li Meydana Îqbal a Sine, li Meydana 22’ê Behmen a Îlam û li Meydana Çiwarçira ya Mehabad xwepêşandan wê bên lidarxistin.

Her wiha biryare li bajarên Merîwan, Kamîran, Şabad, Ciwanro, Serpêl Zehaw, Sehne, Seqiz, Bane, Bokan, Dîwanere, Gêlan Xerb, Pawe, Riwanser, Qurwe, Bîcar, Dêwlan, Abdanan, Pîranşar, Şino, Mako û Xoy ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan wê bên lidarxistin.