TEV-DEM: Serhildana 12’ê Adarê bingeha Şoreşa 19’ê Tîrmehê danî

TEV-DEM: Serhildana 12’ê Adarê bingeha Şoreşa 19’ê Tîrmehê danî
12 adar 2018   07:02

NAVENDA NÛÇEYAN- Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê diyar kir ku Serhildana 12’ê Adarê ya sala 2004’an bingeha şoreşa 19’ê Tîrmehê ku îro li Efrînê bi Berxwedana Serdemê dewam dike daniye.  TEV-DEM’ê da zanîn ku serekftina Berxwedana Efrînê wê têkçûna metisîna  bibe bingeha pêkanîna aramî û ewlekariya li herêmê.

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi boneya rasthatina salvegera Serhildana 12’ê Adarê daxuyaniyek nivskî weşand.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wihaye:

“Salvegera 14’an a serhildana Adarê di dema ku gelê Efrînê yê berxwedêr li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê evsaneyên dîrokî dinivîsin, hatiye. Artêşa Tirk tevî bi hezaran çeteyên xwe û hemû cûreyên çekên giran û pêşketî yên wêrankar êrîşî pêk tînin û komkujiyên ku li dijî kurd, ermen,suryan, asûr, ereb û yewnan pêk anîn tîna bîra mirov. Jib ê dengiya civaka navdewletî sûd wergirtiye û hovîtiya xwe li dijî Efrînê pêk tîne.

Serhildana 12’ê Adarê ya sala 2004’an wekî damezirandina civakî ya şoreşa 19’ê Tîrmehê û mîrasê wê yên li Kobanê destpê kir û agirê wê îro di Berxwedana serdemê de ku ketiya roja xwe ya 52’an de gûr bûye. Şoreşa ku bi armanca veguhertina demokratîk li Sûriyê pêk hatiye, armanc dike ku hemû dozên Sûriyê û di serî de doza kurdî çareser bike.

Di dema ku hemû kes dizane ku bandora Serhildana 12’ê Adarê li tevgera şoreşgerî ya Sûriyê ku di Adara 2011’an de li dijî rêjîma desthildar pêk hat, hebû. Şoreşa ku li dijî dewleta netewî ya navendî ya  îradeya gelan armanc digire, pêk hatiye.

Berxwedana Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî hemû cûreyên tundî û dagirkeriyê ya aramiy herêmê, tevahiya Sûriyê û hemû welatên cîhanê hedef digrin, pêk hatiye.Tu behaniyên rêjîma faşist a Tirkiyê derbarê pêkanîna komkujiyan li dijî milyonek sivîlên Efrînê nîne. Lê belê tenê ew teroê û tundiyê li dijî sivîlan pêk tîne. Rêjîmên dagirker ji terorê derfetekê dibîn ku armancên xwe pêk bîn in. Di heman demê de aramnca serhildana 12’ê Adarê guhertina demokratîk bû, her wiha Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî pirojeya xwe ya demokratîk li ser esasê xeta sêyemîn pêk anî.  Ev bi avakirina Rêveberiya ku îradeya hemû gelên herêmê esas digire û pêkanîna demokrastiyê pêk hat. Berxwedana Efrînê ku îro rêjîmê desthildar ên herêmî di wê de dawiya xwe û têkçûna pirojeyên xwe dibînin wê di dawiyê de serbikeve, wê vegheritina ji Bakurê Sûriyê hîn çalaktir bibe û wê bike Rojhilata Navîn. Li ser esasê pirojeya Dmeokratîk ku xwe disperse jiyana hevbeş û biratiya gelan wê çarenûsa yekbûyî jê re diyar bike.

Em di Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê de di dema ku em bejna xwe li ber şehîdên Serhildana 12’ê Adarê ditewîn in, em ê ji bo pêkanîna piroeja xwe ya demokratîk ku rojane nimûneya ber bi çareseriya aloziya Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn tîne ve pêş ve herin. Îro jî di serkeftina Berxwedana Efrînê de diyar dibe.

Di heman demê de em şehîdên êrîşa hovane ya li dijî Şaredariya gel a Qamişlo ku ket sala xwe ya 4’an de bibîr tîn in. Di vê dema ku herêma me di rewşeke awerte re derbas dibe, em dibêjin heger ku rêjîma Tirk armancên xwe pêk anîn, ev tê wateya ku li herêmê wê şerên demdirêj dewam bikin. Em careke din tekez dikin ku Berxwedana Efrînê faşista Tirkiêy xistiye rewşa têkçûnê û lawaziyê li ber vê berxwedana bi rumet.

Di vê hemû kesên bi rumet, welatparêz û demokrasîxwaz hewldan û gefên Arêtşa Tirk a pêkanîna komkujiyan û karîseyan li dijî gelê kurd li Efrînê bê deng nemîn in. Her demek ku ev Berxwedan dirêj bike wê hilweşandina Osmaniyên nû bi çi awayî be diyar bibe. Bi taybet bi derketina gelê me, hemû hêzên demokrasîxwaz, partiyên Kurdistanê û Demokrasîxwazên Sûriyê û cîhanê divê rabin ji bo dengê Berxwedana Efrînê bighînin hemû saziyên civaka sivîl û rêxistinê mafê mirovan. Xwediyên biryarê  da ku Konseya Ewlekariyê û NY’yê erkên xwe yên beranberî rewşê pêk bînin, ji bo komkujiyên din bi destê neviyên Osmaniyan pêk neyên.

Efrîn wê ne bi tenê be, serkeftina vê berxwedanê wê mezinbûna rêjîmên xirakirinê li herêmê rawestîne û wê aramî û ewlekariyê li herêmê pêk bîne.“

(dc)

ANHA