Efrîniyan  şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin

Bi hezaran welatiyên Efrînê û şandeyên ji Bakurê Sûriyeyê û Kurdistanê hatine Efrînê cenazeyên 17 şehîdên berxwedana serdemê bi merasîmeke bi heybet li Mezara Şehîd Avesta Xabûr Oxir kirin.

Efrîniyan  şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin
Efrîniyan  şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin
Efrîniyan  şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin
Efrîniyan  şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin
Efrîniyan  şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin
Efrîniyan  şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin
7 adar 2018   15:34

CAFER CAFO – ZOZANA DEDO

EFRÎN – Bi hezaran welatiyên Efrînê û şandeyên ji Bakurê Sûriyeyê û Kurdistanê hatine Efrînê cenazeyên 17 şehîdên berxwedana serdemê bi merasîmeke bi heybet li Mezara Şehîd Avesta Xabûr Oxir kirin.

Bi armanca oxirkirina 17 şehîdên berxwedana serdemê ku di nava wan de 5 welatiyên sivîl jî hene, bi hezaran welatiyên Efrînê şandeyên jinan ên ji Bakurê Sûriyeyê û parçeyên din ên Kurdistanê û hin dewletên Ereban hatine li pêşiya nexweşxaneya Avrîn kom bûn û alên YPG'ê û YPJ'ê û sembolên Bakurê Sûriyeyê bilind kirin.

Piştî ku girseya gel cenazeyên şehîdan wergirtin, cenaze li ser milên xwe kirin û berê xwe dan Mezara Şehîd Avesta Xabûr û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana serdemê qîriyan.

Piştî ku karwanê şehîdan gihîşt Mezarê li vir merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakurê Sûriyeyê Sena Esker, li ser navê şandeya jinan ên her çar parçeyên Kurdistanê Beşîra Derwîş, endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Bedran Çiya Kurd û li ser navê Tugaya El-Şemal El-Demokratî Xalid Zêno axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku berxwedana serdemê berxwedana gel e û xwedî îradeyeke mezin e û ti carî nayê şikandin û wiha gotin: "Tevî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hemû teknolojiya leşkerî li dijî welatiyên sivîl bikar tînin, dîsa jî nikaribûn îradeya welatiyên Efrînê bişkînin."

Di axaftinan de her wiha hate gotin ku bi saya fedekariya şehîdan efsaneyên dîrokî tên nivîsandin û welatiyên Efrînê ti carî dest ji axa xwe bernadin û dê Efrînê bikin keleha berxwedanê.

Axaftvanan destnîşan kirin ku pilan û komployên dagirkeriyê ji welatiyan re eşkere ne ku dewleta Tirk hewl dide demografiya herêmê biguherîne û hewl dide welatiyên Efrînê vala bike û li şûna wan çeteyên DAIŞ'ê bi cih bike. Lê welatiyên herêmê ti carî rê nadin ku ev pilana wan pêk were.

Piştî axaftinan welatiyan cenazeyên şehîdan di nava tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

Nasnameyên şehîdên hatine oxirkirin wiha ne:

Şehîdên QSD: Cemal Qasim (Êrîş Andok), Bahoz Ozlab (Robar Korkmaz), Neşet Mihemed (Mezlûm), Hemîd Hesen (Kenco Efrîn), Amir Ezîz (Amed Efrîn), Ziyad Mistefa (Harûn Hemam), Ebdullah Xetîb (Zafir), Feysel Şêxo (Ezwam Hoş), Hemûd Îbrahîm (Mezlûm Sifîra)

Şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê: Şiyar Hecî Ebdo

Şehîdên hêzên Asayîşê: Selah Genco

Şehîdên sivîl: Emîne Mistefa, Şêx Elûş, Eseed Mistefa, Rifeet Cilosî Zade, Ebdilrehman Xelîl.

(jh)

ANHA