ANHAʹyê li eniya Şera rewşa şer şopand

Artêşa Tirk a dagirker bi top, fûze û balafiran êrîşên li dijî Kantona Efrînê didomîne.

ANHAʹyê li eniya Şera rewşa şer şopand
ANHAʹyê li eniya Şera rewşa şer şopand
7 adar, 2018   15:29

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker bi top, fûze û balafiran êrîşên li dijî Kantona Efrînê didomîne. 

Nûçegihanê me aliyek ji şerê ku duh li gundê navçeya Şera qewimî şopand. Li vê eniyê Artêşa dagirker bi top û balafiran êrîş dikin. Di encamê de ziyaneke mezin gihîşt mal û milkên welatiyan. 

Di dîmena ku nûçegihanê ANHAʹyê Roj Mûsa li vê eniyê kişandiye de, diyar dibe ku dagirkeran bi awayekî hovane êrîşî gundên Meşelê, Kortika, Qertqlaq, Matîna û girên derdorê dikirin. Di encamê de malên şêniyên van gundan bi temamî hatin rûxandin.  

(mm)

ANHA