Tirkiye li Efrînê komkujiyan pêk tîne

Rojnameyên Erebî diyar kirin di dema mijûlbûna civaka navnetewî de bi rewşa El-Xota, Tirkiyeyê êrîşên xwe li dijî welatiyên sivîl ên Efrînê zêde dike. Tirkiye biryara navnetewî binpê dike û komkujiyan di derheqê sivîlan de pêk tîne. Li Îraqê NATO hebûna xwe ya leşkerî xurt dike.

Tirkiye li Efrînê komkujiyan pêk tîne
6 adar 2018   10:30

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên Erebî diyar kirin di dema mijûlbûna civaka navnetewî de bi rewşa El-Xota, Tirkiyeyê êrîşên xwe li dijî welatiyên sivîl ên Efrînê zêde dike. Tirkiye biryara navnetewî binpê dike û komkujiyan di derheqê sivîlan de pêk tîne. Li Îraqê NATO hebûna xwe ya leşkerî xurt dike.

Rêjîm serweriya %40 ji Xota dike û Meclîsa Mafên mirovan biryara vekirina lêpirsînê da

Ronameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa aloziya Sûriyeyê û êrîşên li dijî herêmên Efrîn û Xota El-Şerqiyê kirin. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Rêjîm serweriya %40 ji El-Xota dike û karwanê alîkariyan neçarî derketinê dike".

Rojnameyê diyar kir ku artêşa rêjîma Sûriyeyê li herêma Xota El-Şerqiyê ya nêzî Dîmeşqê bêtir pêşve diçe û êdî serweriya xwe li ser %40 ji herêmê dike û di encama bombebaranê de 73 welatiyên sivîl hatin kuştin. Li rex pêşveçûna hêzên rêjîmê karwanê alîkariyan a navnetewî ku derbasî Xota bibû, neçar ma li ser fermana rêjîmê û Rûsyayê derbikeve. Karwanê alîkariyan ku 46 kamyon derbas kirin nikaribû 9 kamyonên dawî vala bike.

Girêdayî heman mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat sernavekî xwe wiha bi nav kir: "rêjîm alîkariyên tenduristî yên ji bo El-Xota desteser dike" rojnameyê diyar kir ku rêjîmê derbaskirina alîkariyên tenduristî yên pêwîst qedexe kirin.

Rojnameya El-Heyat jî ji aliyê xwe ve sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Meclîsa Mafên Mirovan biryara vekirina lêpirsînê ya dorpêçkirina El-Xota da". Rojnameyê destnîşan kir ku Meclîsa Mafên Mirovan a girêdayî Netewên Yekbûyî biryara vekirina lêpirsîneke lezgîn di derbarê rewşa li Xota El-Şerqiyê de da û banga rêvekirina derbaskirina alîkariyan kir.

Tirkiye komkujiyan li Efrînê pêk tîne

Girêdayî êrîşa artêşa Tirk a dagirker li dijî welatiyên Efrînê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Di dema mijûlbûna civaka navnetewî bi El-Xota re Tirkiye êrîşa xwe li dijî Efrînê dijwartir dike". Rojnameyê diyar kir ku ji destpêka êrîşa rêjîma Sûriyeyê ve li dijî Xota El-Şerqiyê civaka navnetewî bala xwe dikişîne ser vê aloziyê û Tirkiyeyê jî ji vê yekê derfet wergrit û êrîşên xwe li dijî Efrînê dijwartir kir, bêyî ku ti girîngiyê bide hebûna sivîlan û biryara navnetewî ya agirbestê jî binpê kir.

Rojnameyê di berdewama gotara xwe de got ku çavdêr guman dikin ku Tirkiye di van rojên pêş de êrîşên xwe yên ezmanî û bejahî zêde bike. Ev yek tê wateya ku bêtir sivîl bibin qurbanî, bi taybet ji ber ku ji deverên sivîl têde kom bûne nêzîk dibe.

Rojnameya El-Heyat jî li gorî agahiyên ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve wergirtine diyar kir ku 13 sivîl di topbarana Tirkiyeyê de li Efrînê hatin kuştin.

Amadekariyên lidarixstina konferansa Meclîsa Niştimanî berdewam in

Girêdayî mijara Filestînê rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavekî xwe wiha bi nav kir: "El-Zehnûn: amadekariyên lidarixstina konferansa Meclîsa Niştimanî beriya 5'ê Gulanê berdewam in û bangên nû ji bo Hemas û El-Cîhad".

NATO û hebûna li Îraqê

Girêdayî mijara Îraqê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Aloziya di navbera Îslamî û Laîktiyên Îraqê de dijwar dibe". Rojnameya El-Heyat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "NATO hebûna xwe li Îraqê xurt dike". Rojnameya El-Ereb jî sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Bexda birêvebirina berhema petrolê ji kadroyên Îraqî re vedigerîne".

(jh)