Mensûr Selûm: Rewşa Efrînê ji rewşa Xûtayê girantir e

Hevserokê Meclîsa Federal a Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm da zanîn ku civaka navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li hember êrîşên li ser Efrînê bêdeng e û da zanîn ku rewşa ji rewşa Xûtayê girantir e.

 Mensûr Selûm: Rewşa Efrînê ji rewşa Xûtayê girantir e
6 adar, 2018   10:27

AZAD SEFO – HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Meclîsa Federal a Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm da zanîn ku civaka navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li hember êrîşên li ser Efrînê bêdeng e û da zanîn ku rewşa ji rewşa Xûtayê girantir e. 

Mensûr derbarê rewşa Efrînê de ji ANHA′yê re axivî û wiha got, ″Erdogan û artêşa xwe bi çekên NATO′yê şerekî qirêj li dijî gelê Efrînê yê bi ewle dide meşandin.″ 

Hevdîtin wiha ye:

*Armanca ji êrîşên li ser Efrînê çi ye û di 45 rojên berxwedanê de çi qewimî?

Tişta li Efrînê pêk tê, berdewama plana Erdogan a rûxandin, dagirkirin û guhertina demografiya herêmê ye. Erdogan ji destpêka aloziya Sûriyê hewl dide van xewnên xwe pêk bîne. Di vê çarçoveyê de Erdogan komên çete ″DAIŞ  û El-Nusra″ xwedî kirin û li herêmê dane şerkirin da bigihêje berjewendiyên xwe. 

Dema ku çeteyên Erdogan bin ketin, Artêşa Erdogan û çeteyên wî (yên îdîa dikin ku ew Sûrî ne) bi awayekî rasterast destwerdana herêmê kirin û dest bi êrîşên hovane yên li dijî herêma Efrînê kirin. Erdogan û artêşa wî bi çekên NATO′yê şerekî qirêj li dijî gelê Efrînê yê bi ewle dide meşandin. Gelê Efrînê destanên berxwedana dinivîsin û rûmeta xwe û axa zeytûnê diparêzin. 

Gelê Efrînê ev 45 roj in li hember êrîşên dagirkeriyê li ber xwe dide. Em bi hêvî ne ku civaka navneteweyî piştgiriyê bide vê berxwedanê. Em nizanin Erdogan bi çi behaneyê vî şerî dide meşandin û biryara Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî ya rawestandina şer binpê dike. Îro Erdogan hemû zagon û biryarên NY binpê dike.   

Beriya çend rojan em bi karwanekê çûn Efrînê, da em dengê qehiyê ji cîhanê re ragihînin û ji NY re bêjin ku em piştgiriyê berxwedana gel a li hember êrîşên dagirkeriyê. Me xwest peyamekê bidin cîhanê ku em yek gel in. karwana piştgiriyê bi top, fûze û balafirên dagirkeriya Tirk hat pêşwazîkirin. Di encamê de şehîd û birîndarên sivîl çêbûn û gelek erebe hatin şewitandin. Lê dîsa jî ev yek ji aliyê ji civaka navneteweyî û rêjîma Sûriyê ve nehat şermezarkirin. 

*Gelo çima civaka li hember kuştina sivîlan û guhertina demografiya herêmê navneteweyî bêdeng e?

 

Civaka navneteweyî ji bo berjewendyên xwe li hember komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne bêdeng e. Cîhan li ser xwîna gelan û kiryarên kuştin, wêrankirina gelê Efrînê berjewendiyên xwe pêk tîne. Di dawiyê de wê heqî bi ser bikeve. Em ê berxwedana li hember dagirkeriyê bidomînin. Em nema baweriya xwe bi civaka navnetweyî tînin. 

*Gelek dewletên cîhanê êrîşên li ser Xûtaya rojhilat şermezar kirin. Lê çima derbarê êrîşên li ser Efrînê de tu daxuyanî dernektin?

Tevahî cîhan ji bo rawestandina êrîşên li ser Xûtaya rojhilat di nava liv û tevgerê de ne. Li Xûtayê komên çete yên girêdayî ajandayên dewletên endam di Konseya Ewlekariyê û NY de, bi cih dibin. Gelê Sûriyê yê berxwedêr dûrî ajandayên herêmî û n avneteweyî welatê xwe diparêze û doza dademendî û demokrasiyê dike. Rewşa Efrînê pir ji rewşa Xûtayê girantir e. 

Li Xûtayê di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û komên çete şer rû dide. Ev komên çete xizmeta bejewendiyên Siûdî Erebistan, Qeter û Tirkiyeyê dikin

Lê gelê Efrînê gelekî welatparêz e, dixwaze hêviyên xwe yên demokrasî, dadmendî û wekheviyê ava bike. Ji bilî berxwedan, têkoşîn û hevgitina gelê me tu rê nîne.

*Li hember êrîşên li ser Efrînê çi ji gelê Sûriyê, dewletên herêmî û cîhanê tê xwetin?

Divê gelê Sûriyê yektîiya xwe xurt bike û bi yek destî li ber xwe bide. Gelê Efrînê li şûna tevahî gelên Sûriyê li ber xwe dide û di vê oxirê de gelek şehîd dan. Dewleta Tirk îro êrîşî Efrînê dike, dibe ku sibe êrîşên herêmeke din a Sûriyê bike.

Bila civaka navneteweyî jî bibîne ku me di şerê li dijî terorê de bedelên giran dan û me xetereya terorê ji ser Ewrûpa û tevahî cîhanê rakir. 

Banga me ji civaka navneteweyî re heye ku pişgiriyê bide me û Erdogan neçar bike ku li gorî biryarên NY, Konseya Ewlekariyê û saziyên navneteweyî tev bigere. Armanca Erdogan dagirkirin û rûxandina herêmê û guhertina demografiya herêmê ye (wekî Ezaz, Cerablus û Babê). Ev yek xetereyeke mezin li ser gelê me ava dike. 

(mm)

ANHA