ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6′ê Adara 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6′ê Adara 2018
6 adar 2018   04:00

*Şopandina pêşketin û geşedanên êrîşa Arêtşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û berxwedana şervanên QSD’yê û gelê Efrînê ya li dijî êrîşan.

*Dê hemû çalakî û xwepêşandanên  ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê werin lidarxistin, werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Navenda Ragihandina QSD′ê bang li tevahî rojnamevan û dezgehên çapemeniyê kir ku beşdarî civîna çapemeniyê ku dê Fermandariya Giştî ya QSD′ê derbarê rewşa Efrînê de li dar bixe, bibin. Civîn dê li çerxerêya Neîm a bajarê Reqayê were lidarxistin. Saet 11.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Serokê Buroya Partiya Muhafezekarên Demokratîk û rûspiyê êla Cibûr a navçeya Şedadê diyar kir ku Erdogan komên çete ava kirin da fitneyê bixe navbera gelên Bakurê Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Mamosteyên Kobanê diyar kirin ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê berdewama komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hatiye û destnîşan kirin ku bi van êrîşan tunekirina gelê kurd tê xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 DOSYA

*Herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê bi xwezaya xwe navdar e. Ev herêm rojane rastî êrîşên dijwar ên dagirkeriya Tirk tê û civaka navneteweyî li hember vê yekê bêdeng e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Hevserokê Meclîsa Federal a Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm da zanîn ku civaka navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li hember êrîşên li ser Efrînê bêdeng e û da zanîn ku rewşa ji rewşa Xûtayê girantir e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Jinên Kantona Şehba ya herêma Efrîn destnîşan kirin ku jinan di hemû aliyên jiyanê de xwe baş birêxistin kirin û dane diyarkirin ku rola jinên Bakurê Sûriyê di destkeftiyênê hemû qadên tekoşînê de hebû. Jinan her wiha dane zanîn ku jinan li Bakurê Sûriyê hemû qeyd û zincrên di bin navê hin adetên civakî li wan hatibû ferizkirin, şikandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Jinên Dêrazorê destnîşan kir ku gelek stemkarî di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞꞌê de didîtin û diyar kirin ku piştî herêmên wan ji aliyê QSD′ê ve hatin rizgarkirin, jin beşdarî hemû qadên jiyanê bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

*Hevserokê Buroya Ciwan û Sporê ya Minbicê Selah Cuma bang li hemû ciwanên ku piştî şoreşê koçber bûne kir ku vegerkirin warê xwe û bi xelkên xwe re beranberî siyasetên li dijî civaka Bakurê Sûriyê têne meşandin, derkevin.

 CIVAK Û JIYAN

*Tevî êrîşên Dewleta Tirk a dagirker, şêniyên gundên Bilbilê xebatên xwe yên çandiniyê berdewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA