Çalakiyên li dijî hovîtiya dewleta Tirk dewam dikin

Komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dike, li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.

Çalakiyên li dijî hovîtiya dewleta Tirk dewam dikin
Çalakiyên li dijî hovîtiya dewleta Tirk dewam dikin
Çalakiyên li dijî hovîtiya dewleta Tirk dewam dikin
Çalakiyên li dijî hovîtiya dewleta Tirk dewam dikin
Çalakiyên li dijî hovîtiya dewleta Tirk dewam dikin
6 adar 2018   09:50

NAVENDA NÛÇEYAN - Komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dike, li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.

Komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dike, li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.

PARIS: Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fransa Parisê dijîn li ber Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Tirkiye bombeyan li Efrînê dibarîne, cîhan lê temaşe dike" vekirin. Di çalakiyê de li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û kuştina sivîlan belavok hate xwendin û hate gotin ku bi qasî dewleta Tirk, Rûsya jî ji kuştina sivîlan berpirsyar e.

MARSILYA: Terora dewleta Tirk a ku li Efrînê dike, li bajarê Marsilya yê Fransayê bi meşekê hate şermezarkirin. Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Efrîn bi tenê nîne", "Kurdistan wê li faşîzmê re bibe goristan" hatin qîrîn. Meş li ber Konsolosxaneya Amerîkayê qediya. bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Fethî Korukçu li vir axivî û got, YPG/YPJ ji bo rûmeta mirovahiyê li ber xwe didin. Korukçu bang li gelê Ewropayê kir ku li pêşberî komkujiyan bêdeng nemîne.

CORUNA: Bi pêşengiya Antî-faşîstan û Komîteya Piştevaniya Efrînê duh êvarê li bajarê Coruna yê Spanyayê çalakiyek hate lidarxistin û dewleta Tirk a ku li Efrînê sivîlan dikuje hate şermezarkirin. Bi navê komîteyê daxuyanî hate dayin û hate gotin," Divê destûr neyê dayin ku Erdogan hîn bêhtir hiqûqa navneteweyî binpê bike."

DARMSTADT: Li bajarê Darmstadt ê eyaleta Hessenê ya Elmanyayê, Kurdistanî li hev civiyan û Berxwedana Serdemê ya li Efrînê silav kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî YPG/YPJ" hatin qîrîn.

HANNOVER: Kurdistaniyên li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê dijîn bi meş û mîtîngekê komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike şermezar kirin. Qisekeran dan xuyakirin ku dewleta Nazî li Elmanyayê çi anî serê Ermenî û Yahûdiyan, dewleta Tirk a dagirker jî dixwaze heman tiştî li dijî Kurdan bike û destnîşan kirin ku wê li pêşberî vê yekê bêdeng nemînin.

FRANKFURT: Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê Kurdistanî tevî dostên xwe li hev civiyan û komkujiya ku dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê ya Efrînê kir, şermezar kirin. Daxuyaniyek hate dayin û ji bo şermezarkirina hovîtiya dewlta Tirk bang li her kesî hate kirin ku dakevin qadan.

FREIBURG: Piştî ku TJK-E û KCD-E bang kirin ku ji bo Efrînê her kes tavilê dakevin qadan, bi sedan kesên li bajarê Freiburg û derdora wê dijîn berê xwe dan ber gara trenê ya Freiburgê. Girseya gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dirûşm qîriya û çalakiya rûniştinê kirin.

STUTTGART: Ji bo şermezarkirina hovîtiya dewleta Tirk û silavkirina Berxwedana Serdemê li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de DYA, dewletên Yekîtiya Ewropa bi taybetî Elmanya ku li pêşberî komkujiyên ji aliyê Erdogan û hikumeta wî ve tên kirin, hate şermezarkirin.