Partiyên siyasî ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî kir

Partiyên siyasî ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî kir
5 adar, 2018   14:20

EFRÎN – Partiyên siyasî yên ji herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyê ku serdana Efrînê dikin, li ber navenda  Meclîsa Rêveber a Efrînê daxuyaniyeke hevbeş dan û bang li Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî kirin ku derbarê bûyerên ku li Efrînê rû didin bi erka xwe rabin.

15 partiyên siyasî yên herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê berê xwe dan Efrînê. Îro partiyên siyasî daxuyaniyeke hevbeş dan. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê PYD`ê Ciwan Mustefa ve hate xwendin.

Daxuyaniya partiyên siyasî wiha ye:

ʺBerxwedana Serdemê ya Efrînê ku kete roja xwe 42`an, her roj israra berxwedanê li dijî artêşa Tirk a dagirker a Osmanî û çeteyên wê zêde dibe. Armanca vê êrîşê ew e ku planên parçekirinê,  şofînistî, qutkirina herêman û tevlîbûna wê ya dewleteke din û guhartina demograhiya herêmê û paşê tevlîkirina  wê nava Tirkiyê, pêk bînin. Ev şerê dewleta Tirk ji roja destpêkê ya aloziya Sûriyê li dijî projeya demokratîk a ku xebat û hevkariya hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê bi pêş dikeve, hate destpêkirin.

Gelê me yê Bakurê Sûriyê ji ber destekdayîna dewleta Tirk ji hêzên terorîst ên wekî Cebhet El-Nusra, DAIŞ û hwd, gelek êş dît. Hemû planên dewleta Tirk a bi destekdayîna terorê û çandina fikrê teror û fitneyê di navbera pêkhateyên gelê me de, li hemberî berxwedana dîrokî û têkoşîna demokratîk ku li Bakurê Sûriyê bi rêya  tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku xwe dispêrin felsefeya Neteweya Demokratîk pêş dikeve, têk çûn.

Tiştê ku îro dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin, xelekeke herî berfireh û destwerdaneke yekser li dijî tecrûbeya me ya demokratîk e. Her wiha tiştên ku dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra îro Ii dijî gelê me li Efrînê dike sûcên dijî mirovhiyê ne û li dijî mafê mirovan in.  Efrîn cihê herî bi ewle yên bi sed hezaran koçberên ên ji parêzgehên Sûriyê ne. Sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê ne tenê li dijî sivîlan bûn, di heman demê de binesaziya Efrînê xerab kir  û Bendava  Meydankê û cihên dîrokî yên mîna Eyn Darê kirin armanca êrîşên xwe. Di heman demê de, bûyereke din a xeter ew ku dewleta Tirk a ku yek ji endamên NY ye, artêşa wê gaza kilorê li dijî gundê Erendê yê girêdayî navçeya  Şiyê bi kar anî.

Em wekî partiyên ku me ev daxuyanî derxistiye, di demeke ku em siyaseta kuştin û wêrankirinê ya ku artêşa Tirk bi kar tîne şermezar, dikin, di heman wextê de em piştgiriya xwe bi berxwedana gelê Efrînê û koç û xortên wê yên YPG/YPJ û QSD`ê radighînin. Tevî ku Rêveberiya Xweser a Efrînê ji dewleta Sûriyê xwest ku bi erka xwe ya parastina serweriya Sûriyê rabibe û ruxmî biryara navneteweyî ya 2401, lê dewleta Tirk heta niha biryarên civaka naveteweyî bin pê dike.

Berxwedana Efrînê beriya her tiştî berxwedaneke rewa û civakî ye ku planên dijminan ên ne rewa û ne qanûnî vala derdixe. Ev êrîş û dijminahî armanc dike ku şerê Sûriyê dewam bike û aloziya Sûriyê bi rêya siyasî neyê çareserkirin.

Dewleta Tirk a îro wekî beriya 8 salên ji aloziya Sûriyê ku wekî aliyekî ji bo xerabkirina çareseriya demokratîk tê naskirin. Isbateke din dewleta Tirk yekemîn aliyê ku biryara Konseya Ewlekariyê  2401 a îlankirina agirbestê li tevahiya Sûriyê binpê kir. Lê herêmên di bin kontrola DAIŞ û El-Nusra de dewleta Tirk ev biryar bi cih anî. Ji ber vê yekê jî em dengê xwe û dengê hêzên demokratîk û welatparêz ên li Sûriyê, Rojhilata  Navîn û cîhanî bilind dikin da ku NY û Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî derbarê bûyerên ku li Efrîna berxwedêr çêdibe, bi erka xwe rabin.

Partiyên ku ev daxuyanî derxistine wiha ne:

-Partiya Lîbral a Kurdistanî

-Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD

-Heyet Tensîq a Wetenî-Tevgera Guhartinên Demokratîk

-Pariya Muhefizkarên Demokratîk

-Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê

-Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanî

-Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî)

-Partiya Nûbûn a Kurdistanî

-Partiya Kesk a Kurdistanî

-Partiya Guhartinên Demokratîk a Kurdistanî

-Partiya Kedkarên Kurdistanê

-Partiya Yekîtiya Suryanî

-Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî

-Partiya Biratî ya Kurdistanî

-Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê

-Desteya Niştimanî ya Erebî.ʺ

(kc)

ANHA