‘Dagirkirina Efrînê çespandina dijminan li Bakurê Sûriyeyê ye’

‘Dagirkirina Efrînê çespandina dijminan li Bakurê Sûriyeyê ye’
5 adar, 2018   14:19

EKREM BEREKAT – ROZANA DEDO

EFRÎN – Nûnerê Desteya Hevrêziya Niştimanî ya Tevgera Guhertina Demokratîk a Cizîrê Îbrahîm Welî Îsa got ku dewleta Tirk a dagirker beriya êrîşa xwe ya leşkerî li dijî Efrînê di gelek pilanên xwe de têk çû û hewl dide dagirkeriya xwe li herêmê biçespîne û xêrûbêrên herêmê talan bike û niha jî hewl dide bi riya dagirkirina Efrînê armanca xwe pêk bîne.

Di çarçoveya helwestên piştgiriya berxwedana serdemê ya Efrînê de şandeyeke partiyên siyasî yên herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyeyê serdana Efrînê kirin. Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê di dema serdanê de hevdîtinek bi Nûnerê Desteya Hevrêziya Niştimanî ya Tevgera Guhertina Demokratîk a Cizîrê Îbrahîm Welî Îsa pêk anî.

Îsa destnîşan kir ku berxwedana Efrînê Stalîngrad bi bîra mirovan tîne û pilana Tirkiyeyê ku ji sala 2012’an ve dest pê kiriye êdî diyardeyên wê eşkere dibin û her tim digot ku dê Bakurê Sûriyeyê ji Cerablûsê ber bi Efrînê ve heta çiyayê Zawiyê yê li Idlibê dagir bike û berê xwe bide Çiyayê Kurdan li Laziqiyê da ku hebûna Kurdan li Bakurê Sûriyeyê û bi taybet li rojavayê çemê Firatê tune bike.

Îsa di axaftina xwe de got ku lihevkirinek di navbera Tirkiyeyê û hin aliyên din pêk hatiye û piştî ku pilana wê li rojhilatê çemê Firatê têk çû niha berê xwe dide rojavayê Firatê û bi hemû hêza xwe ya leşkerî hewl dide herêma Efrînê dagir bike. Ev hewldana Tirkiyeyê jî dê bi saya hevgirtina pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê têk biçe.

Îsa bang li aliyên ku daxwaza parastina yekîtiya axa Sûriyeyê dikin kir ku Rêveberiya Xweser bi parçebûnê tewanbar dikirin, da ku helwesta xwe li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê zelal bikin û ev bêdengiya wan rewşa şovenîzma wan eşkere dike.

Nûnerê Desteya Hevrêziya Niştimanî ya Tevgera Guhertina Demokratîk a Cizîrê Îbrahîm Welî Îsa di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Efrîn beşekî ji axa Sûriyeyê ye û dagirkirina wê tê wateya ku destpêka dagirkirina beşekî din ji Sûriyeyê ye. Em bang li hemû hêzên niştimanî yên Sûriyeyê dikin ku alîkarî û piştgiriya berxwedana Efrînê bikin.

(jh)

ANHA